Li Lenzbûrgê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî merasîm
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bî wesîleya Cejna Zimanê Kurdî merasîm lidar xist. Nivîskar Yaqop Tilermeni li ser zimanê Kurdî semîner da û piştre koma muzîkê stran got.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bî wesîleya Cejna Zimanê Kurdî merasîm lidar xist. Nivîskar Yaqop Tilermeni li ser zimanê Kurdî semîner da û piştre koma muzîkê stran got.
Li bajarê Lenzbûrg ê Kantona Aargaû yê Swîsreyê, Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraûyê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî merasîmek lidar xist.
Merasîm li avahiya navendê hate lidarxistin, di şexsê damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştî axaftina vekirinê ya nûneriya Komîsyona Çandê ya NCKD’ê, Nivîskar Yaqop Tilermeni semînerek da.
Tilermeni diyar kir ku Kurdî zimanekî pir xurt e û got, “Zimanê me yê dayikê pir xurt e. Eger wisa nebûya niha ji zû de tune bûbû. Tevî hemû zextan heya îro hatiye, ev serketineke cidî ye. Bi taybetî kesên li dîasporayê dijîn, divê teqez zimanê xwe yê dayikê fêrî zarokên xwe bikin.”
Tilermenî qala bandorên zimanê dayikê li ser jiyana zarokan jî kir û piştre bersiva pirsên beşdaran da.
Nivîskar piştre ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kirin.
Zarokan pirtûkên Kurdî xwendin û bi stranên koma muzîkê ya di bin bunyeya Meclîsa Mehmet Tûnç a Aaraû de, merasîm heya derengî dewam kir.