ROJEVA 17’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

- Geşedanên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bên şopandin.

- Êrîşên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Merasîmên bîranînê û sersaxiyê yên jî bo pêşengên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku şehadeta wan hate eşkerekirin, wê bên şopandin.

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên girtî û xizmên windayan wê bên şopandin.

- Ji Apoyiyên destpêkê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku hevrêyê wî yê 52 salan Alî Haydar Kaytan ti carî nebûye xwedî nêzikatiyeke ‘ez li pêş xuya bikim’; kesekî dilnizm bû tevî ku wî hîn zêdetir diafirand ev yek weke fikrê xwe na, weke fikrekî hevpar ê hevalên xwe yên xebatê nîşan dida.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kadroyên pêşeng ên tevgera sosyalist a Tirkiyeyê û yên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên ku di meha Gulanê de şehîd bûne, bi bîr anî û peyama “em rastiya şehîdan hîn zêdetir nas bikin û hîn xurttir xwedî li bîranînên wan derbikevin” weşand.

- Ji delegeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Endama Dîwana Kongreyê Xalîde Engîzek û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker kongre û geşedanên piştî kongreye ji Stêrk TV re nirxandin.