Hûnê nikaribin bidin jibîrkirin!

Elmanya dixwaze, ciwanê Kurd Halîm Dener bide jibîrikrin, ku beriya niha bi 23 salan di dema daliqandina afîşê de ji aliyê polîsê Elman ve hatibû kuştin.

Elmanya dixwaze, ciwanê Kurd Halîm Dener bide jibîrikrin, ku beriya niha bi 23 salan di dema daliqandina afîşê de ji aliyê polîsê Elman ve hatibû kuştin. Biryara ku ji bo navê Halîm Dener li meydanekê bê kirin, hat vetokirin. Şaredarê navçeyê Grûbe ji ANF'ê re axivî û got, "Bila êdî Halîm neêş e."

Di mehên destpêkê yên sala 1994'an de ji şerê li Kurdistanê reviya bû û xwe li Elmanyayê girtibû. Hingî 16 salî bû. Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê ji dayik bû bû. Li gorî wî, jiyana wî êdî ewle bû. Tenê fikareke wî hebû, ew jî malbata wî bû. Jê hebû ku eger li ser navê xwe serlêdana penaberiyê bike wê dewleta Tirk bi vê bihese û zextê li malbata wî ya li Kurdistanê bike.

Ji ber vê yekê, di rojên destpêkê yên meha Gulanê de bi nasnameyeke şaş, bi navê Ayhan Eser serlêdana penaberiyê kir. Wê demê salên herî germ ên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Di 26'ê Mijdara sala 1993'an de bi qedexeya li ser PKK'ê re sembolên siyasî yên Kurdan hatibûn qedexekirin û piştre komele hatibûn girtin.

Sal, 1994, şeva ku 29'ê Hezîranê bi 30'ê Hezîranê ve girê dide... Saet dora 23:00. Komek ji ciwanên Kurd ên li meydana Steîntor ya bajarê Hannoverê li hev civiyan, afîşên ku ala Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) li ser bû, dadiliqandin.

Di wê kêliyê de, polîsekî kincê sivîl lê bû, ji wesayîteke sivîl peya bû, ji pişt ve nêzî ciwanan bû û gule li wan reşand. Fîşeka ji çeka polîsê bi navê Klaûs T. derket, li Halîm ket. Polîsê kujer, ji cihekî nêz nîşan girt û berda Halîm.

EW DÎWAR BI ALÊN ERNKÊ HATE XEMILANDIN

Halîm Yener ê ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî rojekê bi hezaran kes herikîn Hannoverê û dîwarê ku Halîm lê afîş dadiliqan, lê li ber hate qetilkirin, bi alên ERNK'ê xemilandin. Piştî çend rojan bi deh hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn û cenazeyê wî bi ala ERNK'ê pêçand.

Di ser kuştina Halîm re 23 sal derbas bûn. Di nava vê demê de dewleta Elman, bi taybetî rêveberiya Eyaleta Saksonya Jêrîn ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî Kurdan tê naskirin, ji bo kuştina Halîm bide jibîrkirin, çi jê hat kir. Destûr neda ku li cihê lê hate kuştin bîrdariyek jî bê danîn. Di ser re, bîrdariyên ku Kurdan û dostên wan danîn, di nava çend rojan de ji aliyê Şaredariya Hannoverê ve hate rakirin.

LI DIJÎ VETO'YÊ WÊ DENGDAN JI NÛ VE WERE KIRIN!

Beriya niha bi demeke kurt, Şaredariya navçeya Lînden-Lîmmer ya Hannoverê bi piraniya dengan biryar da ku navê Halîm Dener li meydanekê bike. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Hannoverê ev biryar veto kir.

Di 10'ê Gulana 2017'an de, li konseya bajêr a navçeya Lînden-Lîmmerê, biryar hate dayin ku navê Halîm Dener li meydanekê were kirin. Bi dengê endamên Partiya Keskan, Partiya Çep, Dîe Parteî û Korsanan, wê navê Halîm êdî bi rengekî fermî li meydanekê bûya. Hilbijartina navçeya Lînden-Lîmmerê ku piraniya nifûsa xwe koçber e û çepgir e, ne rasthatinek bû. Meydana ku wê navê Halîm lê bihata kirin, li kêleka meydana bi navê Wîlhelm Blûhm bû, ku Blûhm yek ji kesayetên berxwedana li dijî rejîma Naziyan e.

Lê belê, Lobiya Tirk a li Hannoverê ku nekarî xwe li biryara meclîsê bigire, bi serkêşiya hin siyasetmedarên ji partiyên hikumetê SPD û CDU dest bi kampanyayeke dijber kir. Hefteya bihurî jî li konseya bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, biryara navçeya Lînden-Lîmmerê hate vetokirin.

Şaredariya navçeya Lînden-Lîmmerê jî li dijî vê yekê ji nû ve kete nava liv û tevgerê. Di 7'ê Hezîranê de wê li şaredariya navçeyê, ji bo meydana Halîm Dener ji nû ve dengdan were kirin. Eger vê carê jî biryar were vetokirin, wê îradeya rêveberiyên herêmî tine bê hesibandin, ku ev îrade yek ji nirxên ku Elmanya dike Elmanya.

'EV NÎQAŞ, HALÎM DÊŞÎNE'

Şaredarê Lînden-Lîmmerê Raîner Jorg Grûbe veto û ji nû ve dengdan ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku ev biryar Halîm dêşîne. Grûbe destnîşan kir, ku divê biryara şaredariya navçeyê bi rêzdarî were qebûlkirin û got, "Di dengdana destpêkê de ji bo bandorê li biryara endamên meclîsê nekim, bê alî mam. Li dijî 6 dengan me bi 10 dengan me biryara meydana Halîm Dener stand. Di dengdana nû de wê encameke çawa derkeve nizanim. Ji ber ku di dengdana destpêkê de hin endamên partiyên din ên tevlî dengdanê nebû bûn hebûn. Dengê wan wê encamê diyar bike. Lê belê ez dixwazim ev nîqaş li vir biqede. Her ku dirêj dibe, hê bêhtir Halîm dêşîne. Divê em beriya her tiştî bi çavê mirov li Halîm binerin."

ÇI BI POLÎSÊ KU HALÎM KUŞT, HAT?

Polîsê ku Halîm kuşt Klaûs T. endamê yekîneya operasyonên taybet bû. Xuya ye ji ber vê yekê ji aliyê hevalên xwe û amîrên xwe ve bi xurtî hate parastin. Tevî ku bi çend metreyan dûrî Halîm gule berdayê jî, di raporan de ev hate nivîsandin, "Bi qezayê gule teqiya."

Doza Halîm bi salan dewam kir. Malbata wî ji bo tevlî rûniştina dozê bibe xwest bê Elmanyayê, lê belê Konsolosxaneya Elman a li Tirkiyeyê daxwaza vîzeyê red kir. Polîsê kujer Klaûs T. di rûniştina dozê de bi vê gotinê xwe parast: "Ez di nava stresê de bûm û min dizanîbû ku ji ber qedexeya li ser PKK'ê sûc dike. Ji ber vê yekê min xwest tiştekî bikim."

Di sala 1997'an de li Dadgeha Eyaletê ya Hannoverê encameke weke 'xelatê' ji bo vî polîsî derket. Klaûs T. ji sûcê 'kuştina bi xemsarî' beraat kir. Biryara dadgehê wiha bû: "Bersûc di nava rewşeke awarte de, di nava stresê de tevî ku nexwestiye gule berdaye."

Lê belê ev kar li vir nediqediya. Detayeke ku di kuştina Halîm Dener de nehat hesabkirin, piştî bi salan wê eşkere bibûya. Di sala 2013'an de li bajarê Frankfûrtê yê Eyaleta Hessenê, li dijî 2 polîsan ji ber gendeliyê doz hate vekirin. Yek ji polîsên di vir de dihate darizandin, kujerê Halîm Klaûs T bû. Û ev lêpirsîn digihîşt heta midûrê emniyetê yê Frankfûrtê.

Di doza Gulana 2013'an de, dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Chrîstoph Schaefer ku weke şahid li dozê axivî, ji bo polîsê kujer Klaûs T. di vê dozê de jî beraat bike, wê ev bigota:

"Ew zavayê hevalekî nêzî min e. Piştî ku Halîm Dener kuşt, ez bi xwe xwedî lê derketim. Ji bo rehet bike, me ew ji Hannoverê anî Frankfûrtê. Ji bo kesek wî nas neke, me nasnameyeke cuda dan wî. Ew zilamê me ye."