Li Danîmarkayê civîna li ser 'Konfederalîzma Demokratîk'

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, komek ji Kurd, Danîmarkî, Îtalyanî û Yewnanî di civîneke perwerdeyê ya li ser konfederalîzma demokratîk de li hev civiyan.

Koma navborî, di dawiya hefteyê de li lokaleke li navenda bajêr li hev rûnişt. Rojeva vê komê "Konfederalîzma Demokratîk" bû. Di civîna perwerdeyê de, li ser projeya "Konfederalîzma Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rawestîn û pratîka vê yekê ya li Rojava hate nirxandin.

Di nava du rojên dawiya hefteyê de, endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn qala konfederalîzm û neteweya demokratîk kir.

Beşdar jî bi baldarî tevlî civîna perwerdeyê bûn. Roja duyemîn a civînê bi pirs û bersivê dewam kir. Beşdaran hem nêrîna li xwe li ser mijarê anîn ziman, hem jî pirs kirin.

Piştî vê perwerdeyê, li lokala Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin. Di vê civînê de jî bûyerên li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn diqewimin hatin nirxandin.

Siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn diyar kir, ku Kurdan di encama têkoşîneke demdirêj de hem li Rojhilata Navîn hem jî li qada navneteweyî bûne xwedî cihekî.

Ûzûn got, "Xwe dan qebûlkirin, ku di nîqaşên dîplomatîk û herêmî de ew nebin, nabe. Ev yek serketineke mezin a têkoşîna Kurdan e. Berdêlên gelekî mezin hatin dayin û ev hate bidestxistin. Li cihekî ku gelek dewlet û hêz bêçare man, modela konfederalîzma demokratîk a ku Serok Apo pêşniyar kir, bû rêya rizgariya ji krîza heyî."