Rêveberê HDP’ê yê Rihayê hate binçavkirin

Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Mehemet Bînîcî hate binçavkirin.

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Mehmet Bînîcî, li navçeya Pirsûs a Rihayê hate binçavkirin. Bînîcî yê ji ber lêpirsîna dozekê hatiye binçavkirin,birin Edliyeya Rihayê. Dozber bê ku îfadeya Bîncî bigire pêvajoya binçavkirinê dirêj kir û şand midûryeta emniyetê.

Bînîcî, birayê Parlemeterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî ku mehên bihurî dem ali hevserokatiya HDP’ê ya Enqerê bû hate binçavkirin û girtin.

37 kesên di serdegirtina polîsan a malan ên li navçeyên Pirsûs û Sîweregê hatin binçavkirin û şûnde, piştî pêvajoya binçavkirinê ya 12 rojan, îro şandin edliyeyê. Ji 37 kesên ji “Propagandakirina rêxistinê” û “Heqaret li serokkomar kirinê” hatibûn biçavkirin 11 kesên ku piştî îfadeyên wan ên li emniyetê temem bûn û şûnde hatin berdan, piştre jî Berdevkê Platforma Azadî û Mirovan a Rihayê Mehmet Pala jî di nav de 26 kes sewq edliyeyê kirin. Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin Yaşar Gunduzalp û 5 kesên li gel bi îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” û “Heqaret li serokkomar kirinê” hatin girtin. 20 kesên din bi şert kontrola edlî hatin berdan.