Hêzên Heşdî Şabî gihîştin sînorê Sûriyeyê

Hêzên Heşdî Şabî ku li gundên rojhilatê Şengalê operasyon dabûn destpêkirin, gihiştin sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê.

Hêzên milîsên Şiî Heşdî El Şabî ku li rojhilatê Şengalê operasyonên xwe didomînin, gihiştin sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Heşdî El Şabî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li çolê mûcizeyek pêk anîne û gihiştine sînorê Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Heşdî El Şabî di navbera bakurê bajarokê Beac û rojhilatê Şengalê de korîdorek vekirine û gihiştine sînor.

Hêzên Heşdî Şabî ku di hefteya destpêka meha Gulanê de li ser gundên başûrê Şengalê operasyon dabûn destpêkirin, di 18'ê Gulanê de berê xwe dabûn bajarokê Qayrawan û di 23'ê Gulanê de bajarok kontrol kiribûn. Piştre hêzên Heşdî Şabî gundê Koço rizgar kiribûn û ber bi sînorê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ve pêş ve diçin.