ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Îngîltereyê Kurd meclîsên xwe xurtir dikin
Kurdistaniyên li Îngîltereyê dijîn, bi avakirina meclîsên nû re rêxistinên xwe xurtir dikin. -
Aqubeta windayan hat pirsin: Edalet nebe aşitî ji nine!
Parazvanên mafê mirovan û malbatan li Amedê ji bo windayan lêgerina edaletê berdewam kirin. -
Ji şervanê YBŞ’ê yê Brîtanî banga hevgirtinê
Şervanê Brîtanî yê YBŞ’ê ku li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dike, Rûbar Ezîz ji bo Şengalê banga hevgirtinê kir. -
Fermandarê Îranî li Mûsilê hat kuştin
Hacî Şeban Nesirî ku fermandarekî Îranî yê û li ser serê Heşdî El Şebî bû di operasyona Mûsilê de hat kuştin. -
Li Swîsreyê Bayraktaroglû û Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn
Li pêşiya Parlamentoya Basel a Swîsreyê, fermandarê DKP-BOG Ûlaş Bayraktaroglû ku li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû û Şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Li Mûsilê bi ser taxên dawî yên di destê DAIŞ’ê de operasyon
Li Mûsilê bi ser taxên dawî de ku di destê DAIŞ’ê de ne operasyon hate destpêkirin. Heşdî El Şabî jî du gundên di destê DAIŞ’ê de yên li Başûrê Şengalê ji dest DAIŞ’ê stand. -
Gelek xwendevan hatin binçavkirin
Li Stenbolê di encama serdegirtina mal û wargehên xwendevanan de, gelek xwendevan hatin binçavkirin. Li Amed'ê jî xwendevanek hate binçavkirin. -
Di protestoyên G20 de Kurd jî wê hebin
Saziyên Kurdan jî wê tevlî çalakiyên protestoyê yên mezin ên dijî Civîna G20’ê bibin, ku 7-8’ê Temûzê li Hambûrg a Elmanya wê civîna G20 pêk were. -
Elmanyayê festîvala çandê ya Êzîdiyan qedexe kir
Li bajarê Celle yê Elmanya îro plana wê hatibû kirin 1. Festîvala Çandê ya Êzîdîyan pêk were lê şaredariyê di kêlîka dawî de destûra ku dayî betal kir. -
Malta Fîles gendeliyên Erdogan deşîfre kir
Tê gotin ristemalê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi sedan milyar dolar e. Di belgeyên Malta Fîles de beşek ji vê derkete holê. Mubarîz Mansîmov û Sikti Ayhan 26 Milyon Euro ‘diyarî’ malbata Erdogan kirin. -
Bi dîmenan terora Erdogan a li Washîngtonê
Nerazîbûna li hember êrîşa parêvanan a bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a di dema serdan li Washîngtonêde ku li hember xwepêşanderên Kurd kiribû hê didome, Rojnameya New York Tîmes (NYT) detayên dîmenên parêzvanên Erdogan yek bi yek parve kir. -
Hempîşeyan ji bo Tahîr Elçî yê hatî qetilkirin di çalakiyê de bûn
Baroya Amedê, ji bo serokê xwe yê hatî qetilkirin vê hefteyê jî di çalakiyê de bûn. -
CPT û ÎHD'ê tecrîda Îmraliyê gotûbêj kirin
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan bi heyeta CPT'ê ye hevdîtin kir. -
Li Viyanayê ji bo Şehîdên Gulanê Tûrnûvaya Fitbolê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê, Tûrnûvaya Fitbolê hate lidarxistin. -
ÎHD’ê û TÎHV’ê rapora Geverê ragihand
ÎHD’ê û TÎHV’ê rapora têkildarî terora Geverê ya bi destê AKP’ê ku 79 rojan domkirî weşand. Di raporê de hate gotin malên gel hatine talankirin, 53 kesên ku hatin kuştin li Erzerûmê li Goristana Bêkesan hatine veşartin. -
Ji bo Mistefa li Osloyê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Ji bo lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, li salona civînê ya Xaça Sor a li paytexta Norwêc Osloyê, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. -
Meclîsa Gelê Kurd a li Îngilîstanê kongreya xwe pêk anî
Li bajarê Readîng ê Îngilîstanê, "Meclîsa Gelê Kurd a herêma navîn a Îngilîstanê" kongreya xwe pêk anî. -
Gerîla dîsa li Çeleyê lê da!
Li dijî leşkerên Tirk ên li navçeya Çelê ya Colemêrgê derketin operasyonê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. -
Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrt û Peîne hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê, li bajarên Frankfûrt û Peîne yên Elmanyayê hatin bîranîn. -
Sêlingên bereya faşîzmê
Tirkiye ya niha bi êrîşa Tayyîp Erdogan-Bahçelî û Huda-Parê ya sêbere re rûbirû ye. Ji xwe, Tayyîp Erdogan her cara ku devê xwe li gotinê vedike, malavahiya hevparên xwe Bahçelî û Huda-Parê dike. -
Qedexeya li Elmanyayê wê bi rengekî girseyî bê şermezarkirin
Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman, ku alên PYG, YPG û YPJ'ê qedexe kir, wê roja Şemiyê li paytext Berlînê bi xwepêşandanên girseyî bê şermezarkirin. -
AKP têkildarî windayan bi zanebûn gavê navêje
Ji Dayikên Şemiyê Sebla Ercan bang li her kesî kir, roja 27'ê Gulanê piştgiriyê bidin têkoşîna Dayikên Şemiyê ku dikeve sala xwe ya 22'an. -
Leşkerê li Şirnexê birîndar bibû mir
Leşkerê Tirk ê li Şirnexê birîndar bibû, li nexweşxaneyê mir. -
Bi nameyekî bombekirî êrîşî serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê hate kirin
Hat diyarkirin ku bi nameyekî bombekirî êrîşekî li hemberî serokwezîrê berê yê Yewnanîstanê Kûcas Papademos hate kirin. -
Êrîşkarê Manchesterê ji Tirkiyeyê çûye
Hat diyarkirin ku êrîşkarê ku bajarê Mancehsterê di nav xwînê de hiştiye, ji ser Tirkiyeyê derbas bûye.