Li Hambûrgê, polîs wê gel ji parêzvanên Erdogan biparêze!

Piştî hovîtiya parêzvanên Erdogan li Washîngtonê kirin, ji bo heman tişt di dema civîna bilind a G20'an de li bajarê Hambûrgê neyê kirin, hêzên ewlekariyê yên Elman ketin nava liv û tevgerê.

Kurd û dostên wan xwe amade dikin ku Erdogan protesto bikin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, di dema serdana Washîngtonê de bi xwe ferman da û hişt ku parêzvanên wî êrîşî xwepêşandêrên Kurd bike. Bandora vê êrîşê hê dewam dike. Fikar hene ku heman hovîtî li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî bê kirin, ku wê civîna bilind a G20'an lê bê lidarxistin. Ku yek ji mêvanên vê civîna navbera 7-8'ê Tîrmehê, Erdogan e.

Hêzên ewlekariyê yên Elman, piştî hovîtiya parêzvanên Erdogan a li DYA, guhertina konsepta parastina lîderan xistin rojeva xwe. Konsepta ewlekariyê, ku heta niha li ser bingeha parastina lîderan ji êrîşeke gengaz a xwepêşandêran hatibû diyarkirin, vê carê wê li ser bingeha parastina xwepêşandêran ji parêzvanên lîderan bê guhertin.

POLÎS: EM Ê NEHÊLIN KU EM DÎMEN DUBARE BIBE

Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Hambûrgê Tîmo Zîll ji rojnameya Hambûrger Abedblatt re axivî û êrîşa parêzvanên Erdogan a li Washîngtonê bibîr xist û got, "Em ê destûrê nedin ku ew dîmen dubare bibin."

Senatorê Karên Hundir ê Eyaleta Hambûrgê Andy Grote jî fikara xwe ya bi heman rengî anî ziman. Grote yê ji SPD'ê diyar kir, ku ew xwe ji bo senaryoya herî nebaş amade dikin. Senator diyar kir, ji bo rêgeha ji otela Erdogan heta cihê civîna bilind neyê girtin û ji bo parêzvanên Erdogan û xwepêşandêr neyên hemberî hev, çi ji destê wan bê ew ê bikin.

HIŞYARIYA 'JI OTELÊ DERNEKEVIN' DAN PARÊZVANAN!

Erdogan û hin lîder wê di dema civîna bilind de li otela Sofîtelê bimînin. Hat ragihandin, polîsên Elman ji niha ve ji hikumeta Tirk re gotine, "Hûn tenê ji ewlekariya otelê berpirsyar in. Hûn bi ti awayî nikarin tevlî karê ewlekariya li dora otelê bibin."

WÊ ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN

Roja 8'ê Tîrmehê, ku civîna bilind wê lê dewam bike, tê payin çepgir û demokratên Elman tevî Kurdan xwepêşandaneke mezin lidar bixin. Di hedefa xwepêşandanê de wê Serokê DYA Donald Trûmp û Erdogan hebin.

Her wiha, beriya civîna bilind wê 2'ê Tîrmehê roja Yekşemê, li ser banga NAV-DEM'ê i dijî rejîma Erdogan xwepêşandanek bê lidarxistin.