Elmanya wê ji bo Încîrlîkê 2 hefteyên din li benda Tirkiyeyê bimîne

Tê gotin, hikumeta Elman ji bo çareseriya krîza Încîrlîkê du hefte wext daye Tirkiyeyê.

Li gorî kovara Der Spîegel a Elman, rayedarên Elman ji bo çareserkirina krîza Încîrlîkê wê du hefteyên din jî danûstandinên bi Tirkiyeyê re dewam bikin. Eger desthilatdariya Tirk hê jî destûrê nede parlamenterên Elman ji bo serdana Încîrlîkê bikin, wê mijara vekişîna ji Încîrlîkê pêşkêşî dengdana parlamentê were kirin.

Der Spîegelê ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Sîgmar Gabrîel wê serokatiyê ji heyeta danûstandinan a Elman re bike.

Tê gotin, Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derve û Daîreya Serokwezaretiyê ne li bendê ne ku encamek ji van danûstandinan derkeve.

Parlamentera Partiya Keskan Agnîeszka Brûgger ji kovarê re axivî û diyar kir, hikumeta Elman, li pêşberî hemû provokasyonên Tirkiyeyê xwe xistiye rewşeke pêkenok.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel di nava hefteyê de, di civîna bilind a NATO'yê de bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûniştibû û ev mijar nirxandibû. Lê belê hatibû ragihandin, ku ti encam ji vê hevdîtina li Brukselê derneketiye.

Ev demeke di navbera Tirkiye û Elmanyayê de, di têkiliyan de krîz heye. Di dema kampanya referandûma 16'ê Nîsanê de, li gelek bajarên Elmanyayê mîtîngên AKP'ê hatibû qedexekirin. Hikumeta Tirk, bêyî ku hincetekê nîşan bide, serdana wekîlên Elman a li baregeha Încîrlîkê asteng kiribû û vê yekê jî rê li ber aloziyê vekiribû.

Piştî ku destûra serdana baregeha Încîrlîkê nehate dayin, vekişîna leşkerên Elman ji Încîrlîkê kete rojevê. 260 leşkerên Elman, di çarçoveya têkoşîna navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê de tevî balafirên keşfê yên Tornado û balafirên îkmalkirina sotemeniyê, li Balafirgeha Hewayî ya Încîrlîkê ne. Hikumeta Elman, ji ber vê krîzê kete nava lêgerîna li alternatîfan û bi Urdunê re di vê çarçoveyê de dest bi danûstandinan kir.

Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen, serdana Urdunê kir û bi Qral Abdullah re rûnişt. Li gorî Leyen, Qral Abdullah, eger pêwîstî bi vekişîna hêza Elman a li Tirkiyeyê çêbibe, ew amade ne bi her awayî destekê bidin.