Di salvegera 4.a Geziyê de bi sedan kes li ser sofreya erdê kom bûn

Misilmanên Antî-Kapitalîst û Piştgiriya Taksîmê, bi boneya salvegera 4’emîn a berxwedana Geziyê li Qada Galatasarayê li ser sofreya erdê li hev kom bûn.

Misilmanên Antî-Kapitalîst û Piştgiriya Taksîmê, bi boneya salvegera 4’emîn a berxwedana Geziyê li Qada Galatasarayê li ser sofreya erdê li hev kom bûn.

Li ser sofreya ku kesên rojî û nerojî bi sedan kes kom bûn, soza têkoşîna li dijî rejîma Rewşa Awarte, derxisinên ji kar ên bi BHQ’ê, zilm û zextê dan.

Di pêşengtiya Misilmanên Antî-Kapitalîst û Piştgiriya Taksîmê de, roja yekem a Remezanê ku rastî salvegera 4’emîn a berxwedana Geziyê hat, fitara roja yekem a rojiyê li sofereya erdê ya li Qada Galatasarayê hate danîn, pêk hat. Di fitara ku Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Onder Cankûrtaran, HEvseroka HDP’ê yê bajarê Stenbolê Esengul Demîr, bav û dayika Berkîn Elvan Samî û Gulsûm Elvan, Platforam Geziyê û Şehîdên Geziyê beşdar bûn de, li sofereya erdê ya li pêşiya wesayîta TOMA’yê hatî danîn, bi sedan kesên rojî û nerojî li hev civiyan.

Bi boneya salvegera 4’emîn a berxwedana Geziyê, tîşortên li ser “Gezî di sala xwe ya 4’an de ye, hê bi dawî nebûye, têkoşîn wê bidome” li xwe kiribûn, xwarinên ku li malan hatibûn amadekirin û bi hev re parvekirin. Li vir tim dirûşmên mîna “Nûriye Semîh ne  bi tenê ne”, “Na bi dawî nebûye, têkoşîn wê bidome”, “Xuda, ked, azadî” û “Her der Taksîm û her de berxwedan” qîr kirin. Li vir soza têkoşînê ya li dijî rejîma Rewşa Awarte, jikarderxistinên bi BHQ’ê, zilim û zextê hate dayîn. Bi boneya salvegera 4. a berxwedana Geziyê banga beşdariyê ji bo meşa ku wê saet 19:00’an li Parka Geziyê bê lidarxisin hate kirin.