Swîsre bi rêjeyeke bilind çekan difiroşe Tirkiyeyê

Swîsreyê di navbera salên 2005-2014'an de, herî zêde çek firotiye Tirkiyeyê. Hikumet, tevî şertê kontrolê yê Destûra Bingehîn a Federal, raporên NY û nreazîbûnan jî, çekan difiroşe dewleta Tirk a li dijî Kurdan şer dike.

Li gorî daneyên firotina çekan a Sekreterya Dewletê ya ji Aboriya Swîsreyê Berpirsyar (SECO), Swîsre hê jî çekan difiroşe Tirkiyeyê. Parlamenterê Kanton Bernê yê Partiya Keskan Haşim Sasncar li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku qanûnên Swîsreyê yên li ser firotina çekan bibîr xist û got, "Dema ku kiryarên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê û şert û mercên ku nîşan didin ev çek li dijî sivîlan tên bikaranîn bên nirxandin, hingî divê çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin."

Swîsre ku beşeke mezin a hatineyên xwe yên aboriyê bi firotina çekan û malzemeyên çekan ji bo gelek welatan bi dest dixe, peymana firotina çekan a navbera xwe û Tirkiyeyê hê didomîne. Li gorî daneyên firotina çekan ên salane yên Sekreterya Dewletê ya ji Aboriyê Berpirsyar (Secrétariat d’Etat à l’économie (SECO), Swîsreyê di navbera salên 2005-2015'an de bi 28 mîlyon Frankê Swîsreyê alavên şer firotiye Tirkiyeyê.

Tevî nerazîbûna hêzên demokratîk a salên dawî jî, hikkumeta Swîsreyê dawî li peymana firotina çekan a bi Tirkiyeyê re nanî û tenê firotina çekan ji hin aliyan ve bi sînor kir.

QANÛNA FEDERAL QEDEXE DIKE

Rê û rêbaz, şert û mercên hilberîna malzemeyên şer û firotina wan ji bo derve, di Destûra bingehîn a Federal a Swîsreyê de hatiye destnîşankirin. Li gorî Destûra Bingehîn a Federal, malzemeyên şer ên li Swîsreyê tên çêkirin, qedexe ye ku hem li Swîsreyê hem jî li welatekî derve yê jê re hatiye firotin, li dijî gelê sivîl werin bikaranîn. Her wiha qedexe ye ku welatekî derve yê malzemeyên şer ji Swîsreyê kirî ye bifiroşe welatekî din. Ji ber vê ykeê, Swîsre li hin welatên ku malzemeyên şer jê re firotiye her sal lêkolînê dike, li ser bikaranîna van raporê amade dike û li gorî vê raporê çekan difiroşe.

JI SALA 2005'AN Û PÊ VE DIFIROŞE TIRKIYEYÊ

Swîsreyê, ji ber şerê li Kurdistanê di sala 1992'an de malzemeyên şer nedifirot dewleta Tirkiyeyê. Di sala 2004'an de di çarçoveya peymana bazirganiyê ya bi hikumeta AKP'ê re hate kirin, ji sala 2005'an û pê ve dest bi firotina malzemeyên şer ji bo Tirkiyeyê hate kirin. Swîsre, ku ji sala 2005'an û vir ve şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, Destûra Bingehîn a Federal jî ji nedîtî ve tê û di nava 11 salan de bi buhayê 28 mîlyon Frankê Swîsreyê malzemeyên şer firot Tirkiyeyê. Tevî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyên mafên mirovan jî, ku nîşan didin Tirkiye çekê li dijî sivîlan bi kar tîne, Swîsre hê jî çekan difiroşe Tirkiyeyê.

DI NAVA 20 DEWLETAN DE CIH DIGIRE

Statîstîkên salane yên li ser firotina malzemeyên şer ên Sekreterya Dewletê ya ji Aboriya Swîsreyê Berpirsyar (SECO) radixe pêş çavan, ku Tirkiye di nava 20 welatên destpêkê de cih digire ku di navbera salên 2005-2014'an de herî zêde çek jê re hatiye firotin.

Rêjeya çekên ku di salên dawî de ji Tirkiyeyê re hatine firotin, li gorî daneyên SECO yên di sala 2015'an de hatin eşkerekirin, wiha ye:

Swîsreyê di navbera salên 2005-2015'an de bi buhayê 28 mîlyon Frankên Swîsreyê malzemeyên şer firotiye Tirkiyeyê. Di vê grafîka SECO de tê dîtin, ku li gorî salan bi kîjan buhayî çek ji Tirkiyeyê re hatiye firotin.

TIRKIYE LI DIJÎ KÊ BI KAR TÎNE?

Di navbera salên 2005-2015'an de bi 2 mîlyon û 34 hezar û 589 Frankî debanceyên destan, bi 4 mîlyon û 901 hezar û 180 Frankî debanceyên bi mezinahiyên cuda, bi 12 mîlyon û 55 hezar û 855 Frankan cebilxane, bi 4 mîlyon û 840 hezar Frankî bombe, fuze, bombeavêj ji Tirkiyeyê re hatine firotin. Wekî din, bi buhayê 4 mîlyon û 772 hezar û 325 Frankî jî wesayitên zirxî û 49 hezar û 830 Frankî jî panzer ên li Kurdistanê bi giranî li dijî gelê sivîl tên bikaranîn, hatine firotin.

Li gorî daneyên SECO'yê ev dane di sala 2016'an de bi 100 hezar Frankî kêm bû. Ev kêmbûn, tê gotin ji ber nerazîbûna salên dawî ya hêzên demokratîk ên Swîsreyî ye.

Parlamenterê Kantona Bernê yê Partiya Keskan Haşim Sancar, firotina çekan a Swîsreyê ji bo Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxand.

SANCAR: NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Sancar diyar kir, bi zexta hêzên demokratîk ên Swîsreyî re firotina çekan ji Swîsreyê ji bo Tirkiyeyê di salên dawî de kêm bûye û destnîşan kir, ku ew bi biryar in firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî rawestînin.

Sancar anî ziman, Swîsre bi şertê ku li dijî sivîlan neyê bikaranîn çekan difiroşe Tirkiyeyê û got, "Parêzvanên Erdogan li pêş çavên tevahiya cîhanê eger li DYA dikarin êrîşî gelê sivîl bikin, hingî pêwîstî pê nîne ku mirov qala kiryarên wan ên li Tirkiyeyê bikin."

RÊ Û RÊBAZÊN KONTROLÊ CIHÊ NÎQAŞÊ YE

Sancar bibîr xist, ku li gorî qanûnên Swîsreyê, nabe ku Tirkiye çekên ji Swîsreyê kirî ye bişîne welatekî din û diyar kir, li herêmeke kaosê yên mîna Rojhilata Navîn cihê nîqaşê ye bê Swîsre vê kontrolê çawa dike.

Sancar bal kişand ser çekên dewleta Tirk ên di destê DAIŞ'ê de û got, di serî de NATO lazim e hemû welatên çekan difiroşin Tirkiyeyê bersiva vê yekê ji Tirkiyeyê bixwazin.

GARANTIYA XWE NÎNE KU NAYÊ BIKARANÎN

Di dewama axaftina xwe de Sancar işaret bi rewşa dawî ya li Tirkiyeyê kir, şerê li Kurdistanê bibîr xist û got, "Li her devera şer lê heye, garantî nîne ku çek li dijî sivîlan nayê bikaranîn. Ji ber şerê li başûrrojhilatê Tirkiyeyê, Swîsreyê firotina çekan daxist asteke nizm, lê hê jî dewam dike. Divê çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin, ku nikare xwe li daxwazeke biçûk a demokratîk rabigire. Pêwîste Swîsre tavilê dest ji firotina çekan ji bo Tirkiyeyê berde."