Li Awûstûryayê 2'emîn Festîvala Çanda Kurd hat lidarxistin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi tevlîbûna gelek kesan 2'emîn Festîvala Çanda Kurd hat lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi tevlîbûna gelek kesan 2'emîn Festîvala Çanda Kurd hat lidarxistin.
Festîvala ku duh hatî lidarxistin bi deqeyek rêzgirtin û Koroya Zarokan a Koma Sara dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêx Riyar Derer axivî.
Derer diyar kir ku silavên gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji wan re aniye û ragihand ku têkoşîna di bin pêşengtiya YPG û YPJ'ê a li Bakurê Sûriyeyê nêzî serketinê ye.
Derer wiha domand; "Di encama bedeldayînê de azadiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê nêz e, têkoşîna li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye serketinê."
Nûnerê Roja Sor a Kurdisanê jî axivî û banga piştgiriyê kir.
Parlamentera Partiya Demokrata Sosyal a Parlamentoya Eyaletê (SPO) Tanja Wehsely û Parlamentera Parlamentoya Neteweyî a SOP Katharîna Kûrcharowîst, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî axivîn.
Di festîvalê de Hunermend Rojda, Serhado, Alî Baran, Alî Gavan, Koma Arîn û Grûba Folklorê ya Govenda Kurdî ya Viyanê ji derketin ser dikê.