Cangoriyên azadiyê li Bonn û Lûzernê hatin bîranîn
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Zeynep Kinaci û şervanên li Reqayê şehîd bûn hatin bîranîn.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Zeynep Kinaci û şervanên li Reqayê şehîd bûn hatin bîranîn.
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Zeynep Kinaci û şervanên li Reqayê şehîd bûn hatin bîranîn.
BONN
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate bîranîn.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Bonnê ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnera Meclîsa Jinê ya Sara li merasîmê axivî û bal kişand ser rola şehîdan a di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de. Nûnerê diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şehîdan got, 'Ew fermandarên min e' û bi vî rengî girîngiya wan raxistiye pêş çavan.
Di bîranînê de nameya Zîlan hate xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci û ji fermandarên YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim ên di meha Nîsanê de şehîd bûn, hate nîşandan.
Dayika şehîdekî Dayak Fewzî ya ji Rojavayê Kurdistanê li merasîmê axivî û bang li gelê Kurd kir ku hê bi xurtî xwedî li nirxên şehîdan derkeve.
LÛZERN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û PYD'ê, ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) û 3 şervanên li Reqayê şehîd bûn, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lûzernê pêk hat û Zeynep Kinaci, ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Dersim û Nalîn Mûş û şervann Yaser Adhem û Agirî Ûrmiye yên li Reqayê şehîd bûn hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hate kirin û malbatên şehîdên Reqayê bi rêya telefonê axivîn.
Civîna bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê, bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.