'Em ê nehêlin ku mal û milkên me bên desteserkirin'
Hikumeta AKP'ê dêr, keşîşxane, goristan û erdên Suryaniyan radestî Serokatiya Karên Diyanetê kir. Nerazîbûna li vê yekê zêde dibe.
Hikumeta AKP'ê dêr, keşîşxane, goristan û erdên Suryaniyan radestî Serokatiya Karên Diyanetê kir. Nerazîbûna li vê yekê zêde dibe.
Bi dehan komele û saziyên li Swîsreyê, ku Rêxistina Demokratîk a Asûrî, Kongreya Gelan a Mezopotamyayê, Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê, Partiya Rizgariyê ya Asûr û Yekîtiya Jinên Asûrî jî hene, li navçeya Sodertaljeyê li hev civiyan û biryar dan ku li dijî desteserkirina mal û milkên Suryaniyan bi hev re têbikoşin.
Civîn li ser banga Rêxistina Demokratîk a Asûrî li Dêra St. Jakob Ortadoksê pêk hat. Nûnerên komele û saziyên beşdar li civînê axivîn û gotin, ev gava dawî ya AKP'ê ji bo qedandina Suryaniyan li Tûrabdînê ye. Hat destnîşankirin, ku ji bo pêşî li vê were girtin, divê Suryaniyên li Tûrabdîn û li dîasporayê seferber bibin.
Ji bo karê bê kirin were diyarkirin û bi hev re were meşandin, komîteyek ji nûnerên 4 komele û saziyan hate avakirin.
EM NIKARIN QEBÛL BIKIN KU MAL Û MILKÊN ME RADESTÎ DIYANETÊ WERIN KIRIN
Saît Yildiz ku li ser navê Rêxistina Demokratîk a Asûrî cihê xwe di nava komîteyê de digire, li ser komîteyê û karê xwe ji ANF'ê re axivî.
Yildiz diyar kir, hemû rêxistinên beşdarî civînê bûn gihîştin wê baweriyê, ku ji bo mal û milkên Suryaniyan ên Tirkiyeyê dest danîne ser radestî xwediyê wan bê kirin, divê li qada siyasî û dîplomatîk kar bê kirin.
Yildiz diyar kir, ew ê li sê qadan karê dîplomatîk bimeşînin û got, "Ewilî em ê daxwazên xwe ji dewleta Tirk re ragihînin. Ya duyemîn; em ê bi parlamenterên Swêdê û Ewropayê re rûnên û mijarê bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê. Ya sêyemîn jî; em ê li ser mijarên herêmî û îdarî bi gelê xwe yê li Tûrabdîn re, bi şaredarî û walîtiyê binirxînin."
Yildiz bibîr xist, desteserkirina mal û milkên Suryaniyan ne tiştekî nû ye, berê jî gelek caran mal û milkên Ermenî, Suryanî û Rûman hatine desteserkirin û wiha dewam kir: "Ev 30 sal in em dûrî axa xwe ne. Zeviyên me veguherîn gorê û dewletê dest danîn ser van. Em nikarin qebûl bikin ku ev erd, mal û milkên me radestî Serokatiya Karên Diyanetê were kirin ku ti eleqeya vê saziyê bi Suryanî, Ermenî û Elewiyan nîne. Eger ev ê bên radestkirin, bila radestî 4 weqfên Suryanî yên li Tûrabdînê werin kirin."
ZÎHNIYETA TEKPARÊZ NIKARE XWE LI SURYANIYAN RABIGIRE
Di dewama axaftina xwe de Yildiz destnîşan kir, ku zîhniyeta tekparêz a dibêje 'yek ziman, yek al, yek çand' nikare xwe li hebûna gelê Suryanî rabigire û dixwaze Suryaniyan ji ser dîrokê bibe.
Yildiz got, "Suryanî, ji ber zext û zordariyê neçar man cih û warên xwe biterikînin, lê belê Mor Gabrîel a 1600 salî û Keşîşxaneya Mor Aûgîn a li wê derê, şahidê dîrok û hebûna me ya li wir e. Radestkirina nirxên me yên çandî û dîrokî ji Serokatiya Karên Diyanetê re nîşan dide ku li pişt vê biryarê hêzeke siyasî heye û biryar siyasî ye. Em ê raya giştî ya şoreşger-demokrat a li Swêdê û Ewropayê seferber bikin û nehêlin ku mal û milkên me, erd û zeviyên me bên desteserkirin. Heta roja îro nekarîn Suryaniyan ji axa wan qut bikin, wê ji niha û pê ve jî nikaribin."
Suleyman Boyaci ku li ser navê Kongreya Gelan a Mezopotamyayê cihê xwe di nava komîteyê de digire anî ziman, ku AKP ji partiyên beriya xwe yên hikumetê cudatir, ne tenê neteweperest e, her wiha partiyeke Îslamî ye. Boyaci diyar kir, AKP hewl dide Tirkiyeyê Îslamî bike û divê desteserkirina mal û milkên Suryaniyan jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
'EM Ê PÊŞÎ LI LÎSTIKA AKP'Ê BIGIRIN'
Boyaci bibîr xist, ji ber zext û zordariya dewleta Tirk hema bêjin nîvê nifûsa Suryaniyan tine bû û got, "Ewilî di sala 1915'an de bi rengekî fîzîkî ji holê rakirin. Yên ji Seyfo rizgar bûn, bi zext û zordariyê ji ser axa xwe hatin derxisitn. Niha jî dor hatiye çand, berhemên me yên dîrokî, erd, mal û milkên me. Dixwazin dest deynin ser van û bi vî rengî hebûna Suryaniyan bi temamî ji holê rakin."
Boyaci da zanîn, AKP Suryaniyan weke gelekî 'mirî û nerazîbûnê nîşan nade' dibîne, lewma dest datîne ser mal û milkên wan û got, "Lê belê AKP xwe dixapîne. Em ji welatê me derxistin, lê tenê li Ewropayê 500 hezar Suryanî dijîn. Em ê raya giştî ya Ewropa û cîhanê bixin nava liv û tevgerê û pêşî li vê lîstika AKP'ê bigirin."
Boyaci her wiha bang li hemû hêzên pêşverû û demokrat ên li Tirkiyeyê kir, ku li dijî desteserkirina mal û milkên Suryaniyan bikevin nava liv û tevgerê.