HDK Ewropayê komkujiya Sêwasê şermezar kir
HDK Ewropayê, rewşenbîrên di sala 1993'an de li Sêwasê hatin kuştin bibîr anî û qetlîamker careke din şermezar kir.
HDK Ewropayê, rewşenbîrên di sala 1993'an de li Sêwasê hatin kuştin bibîr anî û qetlîamker careke din şermezar kir.
Di daxuyaniya HDK Ewropayê de hate ragihandin, hêzên li pişt komkujiya sala 1993'an tên veşartin û destnîşan kir, ku parêzvanên nêzîkatiya 'yek netewe, yek dewlet, yek al, yek ziman û yek ol' di her sedema dîrokê de hêza dewletê dane pişt xwe, komkujî kirine û hatine veşartin. Di daxuyaniyê de gotin, "Komkujiya Sêwasê jî, tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî hê nehatiye ronîkirin. Hikumeta AKP'ê ya faşîst jî, ku qala ronîkirina darbeyan, dek û dolaban û bûyerên tarî dike, qala hesab pirsîna ji berpirsyarên van bûyeran dike, hêzên tarî yên li pişt komkujiyê eşkere nekiriye."
HÊ LÊBORÎN JI ELEWIYAN NEHATIYE XWESTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiya Sêwasê ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin û nabe bikeve ber pêkanîna 'bihurîna demê', beşek ji kujerên vê komkujiyê bi hinceta 'dem di ser re bihuriye' nehatin darizandin. Dema ku biryara 'dem di ser re derbas bûye' ji bo Doza Sêwasê hate dyain, Serokkomar Erdogan bi gotina 'bi xêr be' tevgeriya.
Ji ber komkujiya Sêwasê hê lêborîn ji Elewiyan nehatiye xwestin. Rol û helwesta dewletê ya di komkujiyê de nehatiye mehkûmkirin. Wekî din zext û zordairya li ser gelê me yê bi baweriya Elewiyan dewam dike. Daxwazên Elewiyan nayên qebûlkirin. Mîna her carê, hê jî malên cem ên xerakirin û malên welatiyên Elewiyan tên deqkirin. Dev ji dersa bi zorê ya olê ku didin zarokên Elewiyan, nayê berdan."
BANGA LI ENIYA BERXWEDANÊ
HDK Ewropayê diyar kir, agirê ku di 2'ê Tîrmehê de 35 can şewitan hê venemiye destnîşan kir, ku jiholêrakirina dijminatiya AKP'ê ya li Elewiyan, vemirandina agirê 2'ê Tîrmehê, pêşîgirtina li faşîzma Qesrê/AKP'ê, bi xwevegirtina civaka Elewî ji dewletê û partiyên serdest, dibe. HDK Ewropayê diyar kir, ev yek bi xweparastina siyasî, hiqûqî û tevlîbûna li nva eniya berxwedanê ya hêzên azadîxwaz û demokratîk dibe.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke HDK Ewropa, em komkujiya 2'ê Tîrmehê şermezar dikin û careke din dibêjin, ku em ê azadiya baweriyê ya civaka me ya Elewî û hemû bawermendên din biparêzin, ji bo pêkanîna laîtiya azadîparêz ku parçeyekî demokrasiyê ye, têbikoşin.
Em bang li tevahiya gelê xwe, saziyên Elewiyan ên li Ewropayê, saziyên şoreşger, demokrat û pêşverû dikin ku tevlî çalakiyên 'Şermezarkirina Komkujiya Sêwasê' bibin."