HDP: Wê şerê plana Efrînê mezintir bibe; divê her kes li dijî wê derkeve

HDP’ê diyar kir ji ber ku dewleta Tirk ji serkeftina Rojava aciz e plana dagirkirina Efrînê dike û wê ev tişt bi kêrî DAIŞ’ê were.

HDP’ê got: “Pêngava dagirkirina welatên Kurdan a bi destê Erdogan wê xetereya şerê Kurd-Tirk, Ereb-Kurd mezintir bike” û li hemberî polîtîkayên kaosê yên hikumetê bang li her kesî kirin ku bila di vê meseleyê de bihistyar bin.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî plana AKP’ê ya ku dixwaze Efrînê dagir bike îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Koalîsyona AKP-MHP’ê ji bo li Sûriyeyê Efrînê dagir bike li ser sînorê Hatay û Kîlîsê çekên giran, yekîneyên bi zirx û bi hezaran leşker sewq kiriye. Bi rojan de topan diavêje Efrînê. Gund tên valakirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

‘SEKINANDINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê”

Desthilatdariya AKP’ê 6 sal in polîtîkayeke şaş li hemberî Sûriye û Iraqê pêk tîne û ev polîtîka her carê dibin fîyasko. Niha jî dixwaze gaveke din biavêje.

Rejîma Erdogan ji bo ku krîza li hundir veşêre û îzalasyona bi cîhanê re bide jibîrkirin û desthilatdariya xwe xurttir bike, dixwaze têkoşînên nîjadperestî û neteweperestiyê zêdetir bike. Koalîasyona AKP-MHP’ê xwe ji planeke din re amade dike û berdêla polîtîkayên şaş dixwaze bide hemû ciwan û civakê.

Plana li ser Efrînê, ya van kesan e yên ku ji serkeftina Rojava aciz in. Kesên ku ji bihevrejiyîna gelên Kurd, Ereb, Tirkmen aciz in, ji têkoşîna wan a hevpar aciz in, planeke wisa ava kirine.

Bi vê pêngavê re dixwazin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bidin sekinandin. Dixwazin bala mirovan ji DAIŞê ya ku li Reqayê dora wê hatiye girtin, bibin ser tiştekî din.

Pêngava dagirkirina welatên Kurdan a bi destê Erdogan wê xetereya şerê Kurd-Tirk, Ereb-Kurd mezintir bike. Vê pêngava Erdogan a ku dixwaze demografiya herêmê biguherîne, şaş e û nabe ku mirov qebûl bike.

‘DIVÊ HER KES BIQÎRE!

Di dawiya daxuyaniya HDP’ê de hate gotin:“Ev polîtîka civakê ber bi kêşeyên mezintir dibe. Divê dev ji vê polîtîkaya xwe berdin” û bang li hemû kesan hate kirin ku bila li hemberî van polîtîkayên kaosê li her derê îtîrazên xwe bikin.