Li Mûsilê mizgefteke din jî ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin
Artêşa Iraqê li herêma Mûsila Berê mizgefta Bilalî Hebeş ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Artêşa Iraqê li herêma Mûsila Berê mizgefta Bilalî Hebeş ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Hêzên artêşa Iraqê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ'ê li Mûsilê didomîne. Li rojavayê bajêr, li herêma Mûsila Berê operasyon dewam dikin û di vê operasyonê de li nêzî taxa Necefî mizgefta Bilalî Hebeş ji dest çeteyan hate standin.
Polîsên Iraqê daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, ji bo ku bajar bi temamî were kontrolkirin artêşa Iraqê operasyonên xwe yên li başûrê bajêr berfireh dike.
29'ê Hezîranê Wezareta Parastinê ya Iraqê gotibû operasyona Mûsilê qediyaye. Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo daxuyaniyê bide hatibû bajêr. Lê piştre hatibû gotin operasyon wê hinekî din jî berdewam bike.
Artêşa Iraqê bi mebesta ku Mûsilê ku 10'ê Hezîrana 2014'an hatibû dagirkirin ji DAIŞ'ê paqij bike 17'ê Cotmeha 2016'an dest bi operasyonê kiribû.
Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê dixwest 10'ê Hezîranê ku bajar hatibû dagirkirin, rizgarkirina wê ragihîne. Lê ji ber ku ev pêk nehat, xwestin 28'ê Hezîranê ragihînin. 28'ê Hezîranê 2014'an serekçeteyê DAIŞ'ê Ebûbekir El Bexdadî li Mizgefta El Nûrî 'xîlafet' ragihandibû. Lê di her du rojan de rizgarbûna Mûsilê nehate ragihandin.