Li Swîsre û Elmanya bernameya bîranînê
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî Zîlan (Zeynep Kinaci) û şervanên azadiyê yên ku di vê dema dawî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî Zîlan (Zeynep Kinaci) û şervanên azadiyê yên ku di vê dema dawî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Li Swîsreyê, li Lozan, Bern, Solothurn û St. Galenlê Zîlan, di salvegera 21. a şehîdbûnê de hate bibîranîn.
Bername bi deqeyek rêzgirinê ya ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lajîn, Deniz Asrin, Pinar û Mizgîn pêk hat. Di axaftinan de hate gotin çalakiya Zîlan a 1996’an di têkoşîna azadiyê de bûye fitlonekek. Her wiha hate gotin tenê encamên wê yên leşkerî nebûn, bi vê çalakiyê artêşa Tirk ji hêla stratejiyê ve hatiye şikandin.
Di bernameyê de fermandarên YJA-Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim ku 26-28’ê Nîsanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn û hate gotin giyanê Zîlan li çar parçeyên Kurdistanê bi şervanên têkoşer re ye.
Di bernameyê de ji bo Zîlan, Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim sînevizyonek hate nîşandan.
Bîranîn piştî xwendina nameya Zîlan bi dawî bû.
BENSHEIM
Li Bensheîm a Elmanya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bernameyek hate lidarxistin.
Şadî Mihemed (Dawid Sofî) yê ku 15’ê Hezîranê li Reqayê jiyana xwe ji dest dayî hate bibîranîn.
Di bernameyê de şehîdên Rojava û Zîlan jî hatin bibîranîn.
Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan Ayşe Damrî got şehîd nemirn in, xizmê şehîdan Yaser Mihemed jî got ew ê di rêça şervanan de biçin.
Li ser navê NCKD Hevserok Edîk Kaya axivî û got Zîlan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derketiye, xwe kiriye gilokek ji êgir û suîqat pûç kiriye.
Kaya bal kişande ser giringiya gotina Ocalan ku digot, ‘’Ez talîmat û peywirên xwe ji şehîdan werdigirim û bi wan re dijîm.’’
MARSÎLYA
Li Başûrê Fransayê û Lyonê Kurdistanî û dostên wan ji bo Festîvala Jinê ya 3. a Arîn Mîrkan xwe kar dikin, festîval îsal wê li Marsîlya, li navçeya Septeme-les-Vallons pêk were. Beriya Festîvalê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan resepsiyonek organîze kir, di resepsiyonê de Zîlan hate bibîranîn.
Li ser navê Tevgera Jinê Nursel Kiliç axivî û got, ‘’Îro 30’ê Hezîranê ye, salvegera heval Zîlan e. Pir watedar e ku jin di rojeke wiha de têne cem hev û mesaja têkoşîna hevpar didin. Ez Arîn Mîrkan û Zîlan bi hurmet bi bîr tînim.’’
Endama Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Nurcan Keklîk jîg ot, ‘’Ji bo ku zêdetir şehîdên me çênebin divê em zêdetir li şehîdan xwedî derbikevin. Divê em li mîrateya wan xwedî derbikevin û xebatên xwe geş bikin.’’