Erdogan li Elmanyayê wê xwe bi xwe biaxive!
Erdogan ê ku li Elmanya lidarxistina mîtîngan lê hatî qedexekirin, wê ji neçarî li Konsolosxaneya Tirk baxive.
Erdogan ê ku li Elmanya lidarxistina mîtîngan lê hatî qedexekirin, wê ji neçarî li Konsolosxaneya Tirk baxive.
Li gorî nûçeya Rheînîsche Post piştî ku hikumeta Elmanyayê qedexe kir ku Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan çalakiyan lidar bixe, AKP’yiyan li eywanan geriyan û herî dawîn biryar dan ku li Konsolosxaneya Tirkan pêk bînin.
Berdevkê Konsolosxaneyê Refîk Sogukoglû got : “Ji bo çalakiyên li Konsolosxaneya Tirkan hewceyî destûrê nake. Erdogan bi xwe dikare biryara çalakiyê bide.”
Erdogan ji ber Civîna G-20 a li Hambûrgê ya di 7-8’ê Tîrmehê de wê were Elmanyayê.