Wekîlên HDP’ê: Wesayitên zirxî bi navê qezayê dikujin!

Wekîlên HDP’ê têkildarî terora wesayitên zirxî yên li Kurdistanê gotin ev ne qeza ye lê kuştin e. Wekîl Yildirim û Pîr gotin hikûmeta ji bo ku Kurdan bikin hedef ‘çeka vekirî’ dane polîs û leşkeran.

Li Kurdistanê kuştinên bi wesayitên zirxî her diçe zêde dibin. Hikûmet sedeman va kuştinan ji holê raneke, ji kuştinan re ‘qeza’ dibêje û ser dinixumîne.

Wekîlê HDP’ê yê Mûşê û Serekwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim ji ANF’ê re got ev ne qeza ye, bi navê qezayê kuştin e. Yildirim got kuştinên bi wesayitên zirxî yên li bajarên Kurdistanê mirinê dikin tiştekî jirêzê û got AKP demildest divê dev ji polîtîkayên xwe yên ‘ewlehiyê’ biqere û wesayitên ku Kurdan dikujin divê demildest ji qadên sivîl werin kişandin. Yildirim got wan di vê mijarê de gelek pirsname dane meclîsê lê bersiv nehatiye dayin. Yildirim got ji ber sedema van kuştinan gelê Kurd pir hêrs bûye û got ‘’Gel dixwaze ev wesayitên zirxî ji nav bajaran werin vekişandin. Gel êdî naxwaze li ber siha qedexeyan û mirinan bijî.’’

 ‘ÇEKA VEKIRÎ DIDINE LEŞKER Û POLÎSAN!’

Wekîlê Amedê yê HDP’ê Ziya Pîr got bi Rewşa Awarte de tenê bi wesayitên zirxî 26 Kurd hatine kuştin û got, ‘’Ev wesayitên zirxî çima li herêmeke dî ya Tirkiyê na, lê tenê li Kurdistanê ‘qeza’yê dikin?’’

Ziya Pîr got sedema van kuştinan nefreta li dijî Kurdan e û got ji Serokkomar ta bi Serokwezîr, Wezîrê Karê Navxweyî, Wezîrê Dadê li dijî Kurdan gotina kîn û nefretê dikin û got polîs û leşker jî ji van gotinan wêrek dibin, sûckirinê meşrû dibînin.