Zeynep Kinaci li Rûsyayê hate bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de li bajarên Moskowa û Tambov ên Rûsyayê hate bîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de li bajarên Moskowa û Tambov ên Rûsyayê hate bîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de li bajarên Moskowa û Tambov ên Rûsyayê hate bîranîn.
MOSKOWA
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan), ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya canbexşane pêk anî, li bajarên Moskowa û Tambov ên Rûsyayê hate bîranîn.
Merasîma bîranînê ya li paytext Moskowayê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê ve hate lidarxistin û tevî nûnerên saziyên Kurdan gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Merasîma li Navenda Çanda Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci hate nîşandan.
Nûnerên saziyên Kurdan jî li ser girîngî û wateya rojê axivîn û destnîşan kirin, ku xwedîderketina li têkoşîna Zeynep Kinaci wezîfeya her miroveke/î Kurd e.
TAMBOV
Kurdistaniyên li navçeya Pervomaysk a bajarê Tambovê, li hewşa Navenda Çanda Kurd merasîmekek lidar xistin û Zeynep Kinaci bibîr anîn. Ji rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Pervomayskê Nevî Evdiyev li ser girîngî û wateya rojê axivî û got, "Zîlan ji bo Kurdan parêzvana jiyana azad e. Li dijî polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a faşîst, ku nirxên jiyanê yên gelê Kurd ji nedîtî ve tê, Zîlan çalakî pêk anî. Bi saya vê çalakiyê em îro dikarin bi rengekî bi şeref qala Kurdbûna xwe bikin. Divê em bi rengê Zîlan têkoşîna xwe mezin bikin û Kurdistanê azad bikin. Bi rengê Zîlan em dikarin tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin."
Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.