Li Toûloûse civîna gel, li Rochefortê konê agahdarkirinê

Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê civîneke gel hate lidarxisitn. Li bajarê Rochefort ê li Rojavayê Fransayê jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan.

Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê civîneke gel hate lidarxisitn. Li bajarê Rochefort ê li Rojavayê Fransayê jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan.

TOÛLOÛSE

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Toûloûse, li ser pêvajoya siyasî û pirsgirêken herêmî civîneke gel lidar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê, gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin. Di civînê de her wiha pirsgirêkên komelebûyînê yên li Toûloûse jî hatin nirxandin. Civîn bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

ROCHEFORT

Li bajarê Rochefort ê li Rojavayê Fransayê jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate vedan. Çalakî li ber peykelê Pîerre Lotî pêk tê û wê mehekê dewam bike. Di çarçoveya çalakiyê de wê li ser şert û mercên ku Ocalan tê de ye, agahî ji raya giştî re were dayin.