Ji bo windayên li Amed û Îzmîrê lêgerîna edaletê
Li Amed û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li edaletê geriyan.Di çalakiyan de li aqûbeta Hasan Gulunay û Ahmet Ustun hate pirsîn.
Li Amed û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li edaletê geriyan.Di çalakiyan de li aqûbeta Hasan Gulunay û Ahmet Ustun hate pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan wekî her hefteyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" berdewam kirin. Di hefteya 438'an de li avahiya ÎHD'ê li hev civiyan û xwestin kujer bên darizandin. Malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin û xwestin aqûbeta Hasan Gulunay bê zelalkirin. Malbatan aşkera kir ku Gulunay di 20'ê Tîrmeha 1992'yan de dema ji mala xwe ya li Torbaliya Îzmîrê derktiye, careke din agahî jê nehatiye girtin.
Hatun Asma ya li navçeya Licê tev li çalakiyê bû, bertek nîşanî rûxandina gorên kesên winda da û ev tişt got: "Ez ji bo cenazeyê kurê xwe Yilmaz Asma bigirim, min 15 salan li ber xwe da. Herî dawî hestiyên ku min dîtin, min di gorekê de defin kir, ew gora wî jî hat texrîbkirin. Ev di tu ol û wijdanê de tune. Divê hemû gelê nerazîbûnên xwe bîne ziman. Hûn ji goristanên me çi dixwazin."
Piştî axaftinan, endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'ê Hasan Yilçin, çîroka Hasan Gulunay xwend û ev tişt got: "Ji ber hewldanên malbatê, rayedarên dewletê soz dan ku wê cenaze bibînin. Wezîrê Karê Hundur yê wê demê Îsmet Sezgîn soz da ku wê Hesen bibîne; lê tu tişt li malbatê venegeriya. Di 31'ê Cotmeha 2012'an de Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê bûyerê de biryara bê şopandinê da. Her çendî îtiraz jî hatin kirin, tu encam derneket. Li ser serlêdana li Dadgeha Makeqanûnê, Dadgaha Makeqanûnê di 21'ê Nîsana 2017'an de bi hinceta divê lêkolîneke bi bandor bê kirin, dosya îadeyê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê kir. Ji wê rojê heta niha tu pêşketin çênebûn.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê di hefteya 389’an de çalakî li dar xist. Rêveberên ÎHD û xizmên windayan vê hefteyê jî li aqûbeta Ahmet Ustun ê ku di 1994’an de li Cizîrê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên HDP û gelek kes tevlêbûn û pankartên “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û “Winda wîjdan in xwedî lê derbikeve” hatin vekirin. li ser navê xizmên windayan rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da.
Çîçek diyar kir ku tu rewş ji mafê jiyanê ne girîngtir e û wiha got: “Bi tu awayê adilane li rewşa mirovên hatin windakirin û înfazkirin dernexistin holê. Demên dirêj cenazeyên wan nehatin dîtin. Cenazeyên hatin dîtin jî hestî bûn. Vê rewşê çalakgeran bi cesaret kir. Piştî salan şûn ve jî ev çalakî hatin zêdekirin.”
Çîçek di dewama axaftina xwe de behsa çîroka Ahmet Ustun kir û wiha pê de çû: “Di nîsana 1994’an de bi şev saet 23.00’an bi 3 torosên spî nêzî 10 kesên bi kincên sivîl û çekdar hatin, Ahmet Ustun bi boneya îfade girtinê wî binçavkirin. Bavê Ustun, Mehmet Ustun dotira rojê çû tabura tanqê û li kurê xwe pirsî. Jê hat gotin ku îfadeyê wî tê girtin û wê wî derbixin dadgehê. Du roj şûn ve carek din bav Mehmet Ustun çû fermandariya leşkeriyê li kurê xwe pirsî û jê hat gotin ku kurê te serbest hatiye berdan û hat gotin biçe li mala xwe bisekine. Piştî bav Ustun çû serî li dozgeriyê da ekîbek ji çend kesan pêk dihat çûn mala Ustun û di derbarê wî de pirsan kirin. Pişt re li ser gotina hevjîna Ustun ‘we ew biriye çima hûn ji me dipirsin’ kir van kesan malê terikand.”
Çîçek da zanîn kesên Ahmet Ustun binçavkirine di nav wan de kesê bi nasnavê Bedran Amed Yakin ku bi Cemal Temîzoz re dixebite hebûye û di salên 2000’an de malbata Ustun bi alîkariya parêzer serî li dozgeriyê dan û di çarçoveya doza JÎTEM’ê de îfade dan.