Ji bo azadiya Ocalan li 3 bajarên Swêdê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm, Goteborg û Orebro yên Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xwepêşandan li meydana Medborgarplatsen a Stockholmê, Mîllenîûmtorget a Goteborgê û Storatgorget a Orebroyê hatin lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî xwepêşandanan bûn xwestin, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin û Ocalan serbest bê berdan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Hamît Bîten li Stockholmê di çalakiyê de axivî û li ser çalakiyên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin agahî da. Bîten bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî bikevin nava hewldanan.

BANG LI PDK'Ê HATE KIRIN KU ENDAMÊN YPG'Ê YÊN GIRTINE BERDE

Bîten, binçavkirina 4 şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin ku 2 ji wan Swêdî ne, şermezar kir û bibîr xist, ku girtina şervanên tevlî pêngava rizgarikrina Reqayê bûne, piştgiriye ji bo çeteyên DAıŞ'ê ye. Bîten ji PDK'ê xwest, endamên YPG'ê yên girtine tavilê serbest berde.

Di dewama axaftina xwe de Bîten bal kişand ser amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û diyar kir, hikumeta AKP'ê û Erodgan ku li cîhanê bi tenê man e, ji bo xw eji vê rewşê rizgar bikin berê xwe dane polîtîkaya şer. Bîten got, "Erdogan dixwaze bêhnê bîne ber çeteyên DAIŞ'ê yên li Reqayê asê mane. Lê belê eger êrîşî Efrînê bike, wê aqûbeta AKP'ê mîna çetyeên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê kirin, be."

Yek ji beşdarên çalakiya li Stockholmê Denîz Yildiz jî ji ANF'ê re axivî û got, azadiya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo mirovên ji bawerî û qewmên cuda yên li Rojhilata Navîn girîng e. Yildiz wiha dewam kir: "Ocalan mîmarê sereke yê demokratbûna Rojhilata Navîn e. Ji bo aştî û aramî bi cih were, lazim e azad be."

'DIVÊ HIKUMETA SWÊDÊ HELWESTÊ LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ NÎŞAN BIDE'

Hin Swêdiyê hatin serdana kon, hikumeta Swêdê rexne kirin ku ji bo azadiay Ocalan neketiye nava hewldanên pêwîst.

Tove Rolf (83) ku di hemû hilbijartinan de deng daye partiya sosyal demokrat, ji hikumeta Swêdê ya ku li pêşberî komkujiyên li Kurdan tê kirin bêdeng e got, "Berjewendiyên aboriyê yên Swêdê derdikevin pêşiya êşên giran ên gelekî mezin. Ez ji hikumetê dixwazim ku helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide û dixwazim Ocalan bê berdan."