33 can li ber Madimakê hatin bibîranîn

Bi hezaran kes ji bo bibîranîna 33 kesên ku 2’yê Tîrmeha 1993’an di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr bînin û komkujiyê şermezar bikin li ber Otêla Madimakê civiyan.

Bi hezaran kes ji bo 33 canên li Sêwasê hatin qetilkirin, li hev civiyan û ber bi Otela Madimakê ve dest bi meşê kirin. Daxwaza bila otel bibe "Muzeya Şermê" hat dubarekirin, Serokê Giştî yê ABF'ê Muhîttîn Yildiz jî ev tişt got: "Ev 24 sal e dûkela reş li ser Sêwasê belav nebû."

Bi hezaran kes bi minasebeta salvegera Komkujiya Sêwasê ya di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de pêk hat, li ber Otela Madimakê li hev kom bûn û komkujî hate şermezarkirin. Malbatên kesên ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin û bi hezaran kes li ber mala cemê ya li taxa Alî Baba, heta Otela Madimakê meşiyan. Derûdora otelê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin, ji xeynî wekîl û malbatan, nehiştin kes nêzîkê otelê bibe. Otela ku wekî "Navenda Zanyarî û Çandê" tê bikaranîn, xwestin bibe "Muzeya Şermê".

Meşa bi pêşengiya Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdalê (PSAKD) hate kirin, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, wekîlên HDP'ê Mahmut Togrul û Muslum Dogan, wekîlên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Şenal Sarihan jî cih girtin. Di meşê de rêxistinên demokratîk û tevgerên elewiyên li Ewropayê jî amade bûn.

YILDIZ: DÛKELA REŞ LI SER SÊWASÊ YE

Piştî meşê Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Muhîttîn Yildiz jî axivî û ev tişt got: "Ev 24 sal e dûkela reş li ser Sêwasê belav nebû. Kesên komkujî pêk anî tên naskirin, lê edalet tu carî pêk nehat, gelê Elewî ji bo hemû beşên civakê edaletê dixwaze."

BAYDEMÎR: ME ÎRO SÊ QURNEFÎL DANÎ VIR

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr jî got ku "Me îro sê qurnefîl danîn vir" û wiha axivî: "Yek li ser navê neviyên Şêx Seyîd, yek li ser navê neviyên Seyîd Riza, yek jî li ser navê Haci Bektaşê Velî. Komkujiya li Sêwasê li ber çavan pêk hat. Hişmendiya ku ev komkujî pêk anî, wekî hişmendiya komkujiya Roboskê ye. Hişmendiya edaletê ya wê demê û ya vê demê wek hev e."

SARIHAN: KUJER DIYAR IN

Wekîlê CHP'ê yê Enqereyê Şenal Sarihan jî di destpêka komkujiya Sêwasê heta niha parêzerê dozê ye. Sarihan bal kişand ser "edaletê" û wiha pê de çû: "24 sal e me li dadgehan tu encam bi dest nexist. Çi ji destê me hat me kir, kujer diyar in, lê tu tişt nehat guhertin."

Piştî axaftinan, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, semah hat gerandin. Piştre bîranîn bi dawî bû.