Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 640'an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Dayikan wekî her hefteyê laçikên spî û qurnefîl danîn ser pankarta "Kiryarên wan ne diyar" û wêneyên xizmên xwe hildan. Dayikan xwest edalet carekê jî ji bo wan bixebite.
Di çalakiya vê hefteyê de, dayikan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn. Hat gotin ku Ertaş ê 45 salî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji hêla 4 kesan ve hatiye binçavkirin û xwestin bêcezahiya li ser dosyayê bi dawî bibe.
Keça Ahmet Kaya yê di 12'ê Çileya 1996'an de di binçavan de hat windakiriin Emîne Kaya axivî. Kaya eşkera kir ku ew 20 sal e li Qada Galatasarayê li edaletê digerin û wiha got: "Tu kesî dengê me nebihîst. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin."
'EDALET JI AZADIYÊ DERBAS DIBE'
Yek jî Dayikên Şemiyê Derya Gazîoglu jî got ku "Ew ji bo her kesî edaletê dixwazin" û bal kişand ser rewşa Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen ên ku 115 roj e di greva birçîbûnê de ne. Gazîoglu xepskirina mafê Gulmen û Ozakça li dijî edaletê pênase kir û xwest ev zilim bi dawî bibe.
ÇÎROKA ERTAŞ
Gazîoglu der barê Huseyîn Ertaş de jî axivî û da zanîn ku leşkeran dem bi dem pirsa wî dikirin û di 8'ê Tîrheha 95'an de ji hêla 4 kesan ve tê revandin û wiha axivî: "Kesên xwestin Ertaş bibin qereqolê, Ertaş li dijî wan derdikeve û ev kes piştre çekê dixin serê wî û bi zorê li Toroseke spî sîwar dikin û dibin. Di nav wan kesên hatine malê de, cerdevanê hevalê Fermandarê Qereqola Cejdirmeyan Hasan Atîlla Ugur ê bi navê Îsmet Kandemîr jî heye. Ev kes di heman demê de endamê 'Tîma Biçakê' ye." Gazîoglu piştrast kir ku endamên vê tîmê mirov ji holê einda dikirin.
Gazîoglu destnîşan kir ku hevjîna wî aşkera kiriye ku di nav kesên hatine Ertaş birine de, cerdevanên bi navê Memduh Kandemîr, Îsmet Kandemîr û Avdo Kulva jî hebûne, wê bi rêya daxwaznameyekê serî li Serdozgerê Komarê yê Qoserê daye û wiha pê de çû: "Huseyîn Ertaş bi fermana HAsan Atîlla Ugur ji malê tê girtin û dibin dikujin û malbat derbarê Îsmet Kandemîr û Abdurrahman Kurga de serlêdana sûc dike. Ev 22 sal e di dosyaya Ertaş de tu hiqûq derneketiye pêş. Kujer diyar in û divê kujer bên darizandin."