Ne tenê Madimak, êdî her der dişewite

Di ser Komkujiya Madimakê re 24 sal derbas bûn. Tevî ku di nava 24 salan de gelek hikumet guherîn jî, zîhniyet hînê mîna berê ye.

Beriya niha bi 24 salan, di 2'ê Tîrmeha sala 1993'an de, 33 rewşenbîrên ji bo tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bibin çûn Sêwasê, li Otela Madimakê hatin şewitandin. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller ku kêlî bi kêlî li komkujiyê temaşe dikir, piştî komkujiyê got, "Şikur ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehat" û bi vî rengî rola dewletê ya di komkujiyê de raxist pêş çavan.

Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel ji bo vê komkujiyê gotibû, "Bûyereke tekane ye. Li holê tehrîkkirin heye. Ji ber vê tehrîkê gel sor bûye.." Helwesta erkanê dewletê ya li pêşberî Komkujiya Madimakê di dema darizandin û piştî wê de jî neguherî. Doza Sêwasê, dema ku piştî 20 salan kete ber dembihurînê, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê biryarê gotibû: "Ji bo gel û welatê me, li ser xêrê be."

Yek ji damezrînerên Federasyona Elewî Bektaşî, Serokê damezrîner ê Hûbyar Sûltan AKD Alî Kenanoglû û Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'ê Muslim Dogan ji ANF'ê re qala 24 salên di ser komkujiyê re derbas bûn, kirin.

DEWLET BI XWE DI NAVÊ DE BÛ

Alî Kenanoglû diyar kir, dewlet bi xwe di nava Komkujiya Madimakê ya 24 sal berê de bû, ev komkujî plan kiribû û anî ziman, eger dewletê nexwestibûya ev bûyer venediguherî komkujiyê. Kenanoglû got, "Dewletê li wê derê ji bo komkujî bibe, nobed digirt. Kir ku ev komkujî pêk were. Helwesta dewletê di nava 24 salên bihurî de jî neguherî. Çawa ku yên wê rojê li desthilatdariyê bûn ev komkujî ji nedîtî ve hatin, yên îro li ser desthilatdariyê ne jî ji bo nixumandina bûyerê hewl dan."

Muslum Dogan jî weke Kenanoglû diyar kir, kiryarê rastî dewlet bi xwe ye û ev nirxandin kir: "Ev 24 sal in hê sûcdarên rastî nehatine eşkerkeirin, ji ber ku tê zanîn; eger bên eşkerekirin wê ev yek bigihêje dewletê. Civaka Elewî dizane, ya ku ev organîze kir dewlet e, hêzên paşverû li wê derê tenê weke maşikê hatine bikaranîn; armanca bingehîn pêşîgirtina li rêxistinbûna Elewiyan û azadiya bîrdoziya wan e."

24 SAL IN EDALET NÎNE

Kenanoglû ragihand, di 24 salên bihurî de biryar û pêkanînên sosret di dozê de rû dane û bibîr xist, ku yek ji bersûcên sereke yên doza Sêwasê Cafer Erçakmak, tevî ku lê dihate gerîn jî li mala xwe ya li nêzî Otela Madimakê jiyana xwe dewam kiriye û heta dawiya emrê xwe li vê mala xwe jiya ye. Dogan jî anî ziman, çend ji bersûcan li Ewropayê dijîn û tevî ku komeleyên Elewiyan ên li wê derê nav û navnîşana van kesan dane jî, tiştek nehatiye kirin.

Alî Kenanoglû destnîşan kir, ku di nava 24 salan de zîhniyet nehatiye guhertin û wiha dewam kir: "Yên ku komkujî û kujer parastin, bûn parlamenter û wezîr. Li hin meqam û midûriyetan hatin bicihkirin û bi vî rengî xelat ji wan re hate dayin. Dema ku mirov ji aliyê civaka Elewî ve li 24 salên bihurî temaşe dikin, dibînin ku ne tenê Madimak êdî her der dişewite. Ji wê rojê û heta îro, li ser maf û daxwazên Elewiyan tiştekî baş nehatiyeikrin. Berevajî vê yekê, tirs û fikara Elewiyan zêdetir bûn. Êdî meseleya sereke ya Elewiyan nîne ku Mala Cem bibe îbadetxane yan na. Niha meseleya bingehîn a Elewiyan ew e, ku çawa dikare jiyana xwe rizgar bike."

Dogan diyar kir, civaka Elewî tevî ku pirsgirêkên xwe û daxwazên ji bo çareseriyê destnîşan kirine jî, hê gavek nehatiye avêtin û got, Elewî dixwazin di nava aştî û biratiyê de li vî welatî bijîn.

RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ GUHERÎN

Kenanoglû jî destnîşan kir, ku tevî hemû neyîniyan jî wê civak û komeleyên Êzidiyan têkoşîna xwe bidomînin û bal kişand ser guherîna rêbazên vê têkoşînê: "Civaka Elewî êdî bi saziyên xwe yên demokratîk, bi partî û rêxistinan ji bo jiyana hevpar têdikoşin. Rizgariya civaka Elewî, azadiya baweriya wan û azadiya gelên Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Civaka Elewî ev rastî dîtiye û cihê xwe di nava refên têkoşîna demokratîk de girtiye. Divê hê bêhtir cih bigirin. Ji ber ku ya ku wê rojê li dora otelekê qewimî, îro dikare li her devera Tirkiyeyê rû bide."