Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), ji bo meşa protestoyî ya li Hambûrgê ku 200 rêxistin û sazî bi hev re organîze dikin û tê payin zêdeyî 100 hezar kes tevlî bibin, banga beşdariyê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat bibîrxistin, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan tevî ewqas sûcên giran ên li dijî gelê Kurd kiriye, mîna ku tiştek nebûye weke 'lîderê dewletekê' derdikeve derveyî welat û tevlî civînên li qada navneteweyî dibe.
NAV-DEM'ê ragihand, Erdogan ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê bibe tê Hambûrgê û destnîşan kir, ku Erdogan berê bê ji rayedarên Elman xwestiye ku naxwaze Kurdan û sembolên Kurdan bibîne.
NAV-DEM'ê diyar kir, Erdogan dîktatorekî faşîst e ku bi rengekî ne rewa, bi zext û zordariyê bûye desthilatdar û wiha dewam kir: "Ji bo Kurd nebin xwedî destketî, piştgiriyê dide çeteyên weke DAIŞ'ê, bi rêya wan êrîşî Rojava dike û sûcê li dijî mirovahiyê dike. Mîna li Sûr, Cizîr û Nisêbînê li bajarên Kurdan mirovan dişewitîne û jê heye ku bi vê yekê wê karibe serî li mirovan bide tewandin. Qîma xwe bi zilma li Kurdistanê li gelê Kurd dike nîne û niha jî li gelemperiya cîhanê bi rê û rêbazên ne rewa dixwaze Kurdan û mûxalefeta demokratîk bêdeng bike. Me hê ji bîr nekirine ku li navenda Ewropayê 3 şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Tevî şebekeyên kujer ên ji bo kuştina siyasetmedar û nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê hatine şandin, me dît bê parêzvanên Erdogan li DYA çawa êrîşî Kurdan kirin."
EM Ê SÛCÊN WÎ LI SER ÇAVÊN WÎ BIXIN
NAV-DEM'ê destnîşan kir, ku ji bo Erdogan bê têkbirin û bê darizandin, ew ê sûcên ku Erdogan kiriye li her derê derxînin pêşiya wî, li ser çavên wî bixin û bang li her kesî kir, ku di 8'ê Tîrmehê de beşdarî meşa mezin a bi dirûşma "Tu ne rewa ye, tu kujer e, em te li vir naxwazin" bibin.