HDP: Em komkujiya Sêwasê ji bîr nakin
HDP'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tebaxa 1993'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Vê rûreşiyê birînek di hiş û mejiyê me de vekir ku nayê pêçandin."
HDP'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tebaxa 1993'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Vê rûreşiyê birînek di hiş û mejiyê me de vekir ku nayê pêçandin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî weşand û got, "Beriya niha bi 24 salan, di 2'ê Tîrmeha 1993'an de, rewşenbîr û hunermendên ji bo Şahiyê Pîr Sûltan Abdal çûn Sêwasê, li pêş çavên mirovan hatin kuştin. Li Otela Madimakê 35 canên me hatin şewitandin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, welatiyên Elewî ji ber ku xwedî li nasname û çanda xwe derdikevin her tim dibin hedefa êrîşan û bibîrxistin, ku ya berê li Mereş û Çorûmê hate kirin, li Sêwasê hate dubarekirin.
HDP'ê diyar kir, tevî ku salên dûr û dirêj di ser re derbas bûne, birîn hê nehatine pêçandin û cezayê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê kirine, li berpirsyaran nehatiye birîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Zîhniyeta ku Komkujiya Sêwasê kir û zîhniyeta ku îro li ser desthilatdariyê ye gelekî dişibin hev. Parêzerê kiryarên wê komkujiyê îro Wezîr in, parlamenter in. Vê rûreşiyê birînek di hiş û mejiyê me de vekir ku nayê pêçandin."
Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê bi rêzdarî hatin bîranîn û ji bo hesabpirsîna van komkujiyan bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya hêzên demokratîk, azadîparêz, aştî, wekhevî û edaletê.