'Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin qadan'
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Şaxê Stenbolê Îmam Balsever destnîşan kir, ku Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin meydanê û got, "Pêwîste Elewî xwe ji bo xweparastinê amade bikin."
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Şaxê Stenbolê Îmam Balsever destnîşan kir, ku Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin meydanê û got, "Pêwîste Elewî xwe ji bo xweparastinê amade bikin."
Komeleya Elewiyan a Demokratîk, ku di 18'ê Hezîranê de li Stenbolê kongreya xwe pêk anî, nîşan da ku wê bi gavên xurt dest bi serdema nû bike. Îmam Balsever, ku careke din ji bo Serokatiya Komeleyê Şaxê Stenbolê hate hilbijartin, mesajên kongreyê û têkoşîna xwe ya ji niha û pê ve ji ANF'ê re nirxand.
Balsever bibîr xist, ku Komeleya Elewiyan a Demokratîk ev 10 sal in dixebite û anî ziman, ew ê vî karê xwe mezintir bikin. Balsever got, "Xizmeta ji civaka Elewî re, xizmeta ji maf û rastiyê re ye."
Balsever bal kişand ser tevlîbûna girseyî li kongreyê û anî ziman, vê yekê ew kêfxweş kiriye. Balsever destnîşan kir, wezîfeya ji niha û pê ve dikeve ser milê wan, xurtkirina qadên demokratîk û geşkirina têkoşîna demokratîk e û ew ê jî vê xetê her mezin bikin.
'CIVAKA ELEWÎ LI DORA ME CIVIYA'
Îmam Balsever ragihand, wan bi rêxistinên civakî yên sivîl û yarenan re perspektîfeke hevpar a têkoşînê afirandine û got, civaka Elewî di nava rewşeke hevpare de ye. Balsever da zanîn, civaka Elewî bi baldarî û xurtî tevlî xebatên Komeleya Elewiyan a Demokratîk dibe, ji bo li gelek cihan komele bê vekirin, ji Elewiyan daxwaz tên û ew jî hewl didin bersivê bidin vê daxwazê. Balsever got, Komeleya Elewiyan a Demokratîk bi pêkanîna kongreyeke xurt re ji her demê bêhtir ji têkoşînê re amade ye û bi biryar e.
'ELEWÎ WÊ BI RÊYA XWEPARASTINÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BI SER BIKEVIN'
Di dewama axaftina xwe de Balsever ragihand, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, xebatên xwe yên rêxistinî li Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne û bal kişand ser têkoşîna komele û civaka Elewiyan a di vê pêvajoyê de bikin. Balsever destnîşan kir, ku ew ê êdî li qadê bin û ji bo pêşî li faşîzmê were girtin, Elewî di nava têkoşînek xurt û çalakiyan de ne. Îmam Balsever diya rkir, li dijî faşîzmê û Rewşa Awarte ya ku AKP'ê xistiye meriyetê, lazim e civaka Elewî Elewî di nava têkoşîn û berxwedaneke aktîf de bin û wiha dewam kir: "Di nava herikîna dîrokê de gelek komkujî li me hatin kirin. Me li ber xwe dan. Niha jî zalimekî nû li hemberî me ye. Lewma divê em xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Armanca me ya destpêkê, avakirina xweparastinê ye."
Balsever anî ziman, hemû beşên civaka Elewî wê hevpar bibin û xweparastinê ava bikin û got, "Yek ji xalên ku Tayyîp Erdogan di 'Nîşaneya Rabîa' de balê dikişîne ser 'yek ol ' e. Eşkere ye ku ev tekperestî wê civaka Elewî hedef bigire. Pêwîste civaka Elewî vê xeteriyê bibîne û li gorî vê yekê têbikoşe."
'CIVAKA ELEWÎ JI BERXWEDANA YPG'Ê KÊFXWEŞ E'
Balsever diyar kir, ew operasyona rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê meşandin ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir, ku civaka Elewî ji serketinên YPG/YPJ'ê yên di rêya maf û rastiyê de bi dest dixin, kêfxweş e. Balsever bal kişand ser wateya axa Sûriyeyê ji bo Elewiyan û got, "Cihekî ku Şahê Merdan Hz. Elî, Huseyîn lê hate qetilkirin. Piştî 1400 salan, şervanên maf û rastiyê îro bersiva vê komkujiyê didin. YPG bi rengê Huseyîn, bi ruh û berxwedana Huseynî li ber xwe dide. Em jî weke civaka Elewî vê berxwedan û van destketiyan pîroz dikin û piştgiriyê didin."