‘Şerê avê’ yê di navbera Îran, Başûrê Kurdistanê û Iraqê de

Di navbera Îran, Başûrê Kurdistanê û Iraqê de ‘şerê avê’ heye. Piştî ku Îranê av ji ser Başûr qut kir, Rêveberiya Baûr jî diyar kir ku ew ê avê ji ser Iraqê qut bike.

Piştî ku Îranê ava Zêya Biçûk ji ser Başûr birî, Reveberiya Herêma Kurdistanê jî got dibe ku ew ava ku diçe Iraqê qut bikin.

Zapa Biçûk ku ji Bakurê Kurdistanê tê, ji Pîranşar û Serdeşt ê Rojhilat derbas dibe, ji Qeladiz a Başûr derbasî başûrê Iraqê dibe.

Rejîma Îranê bi bendanên Sîlve, Vîsk û Kolseyê ku di ser çêm re çêkirine ava ku diçe ser Başûr bi piranî qut kir.

Artêşa Îranê bi van bendavên ku piranî girêdayî Pardaranê ne, piştî ku av qut kir, li herêmên Qeladizê û Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê çandinî û xwedîkirina sewalan zirar jê dît.

Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Abdulsetar Mecîd, duh li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê da û li dijî Îranê helwest nîşan da. Mecîd got qutkirina avê ne hiqûqî ye û Iraq jî wê ziyanê ji vê bibîne

Mecîd got divê hikûmeta Iraqê jî li dijî vê rewşê derkeve û got, ew jî wê neçar bimînin ku avê ji ser Iraqê qut bikin û Iraq bê av bimîne.

Li ser Zêya Biçûk li Başûrê Kurdistanê bendava Dukanê heye. Çem ji Silêmanî derbas dibe, ji Iraqê diçe ser Çemê Dîclê.

Têkildarî mijarê heta niha Îranê tiştek negotiye.