Li Cizîrê kesek bi derbkirinê hate binçavkirin

Li Cizîrê piştî şerê di navbera kesên nayên naskirin û polîsan qewimî û şûn de, kesek derb kirin û kirin binçavan.

Duh şev li Kolana Zîraat a Taxa Cûdî ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê dema wesayîtek di tevgerê de bû gule li wesayîta polîsan reşandin. Piştî bersivdayîna polîsan û şerê dem kurt û şûnde, kesekî li nava wesayîtê ji wesayîtê peya bû ji cihê bûyerê reviya. Kesê din ê ku li nav wesayîtê bû, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Têkildarî di şer de kesek miriye yan ne, ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şahidên bûyerê ku têkildarî bûyerê axivîn, diyar kirin ku kesê nasnameya wî nehate zanîn ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin û piştre jî binçavkirine. Şahidan destnîşan kirin ku tîmên taybet ên ku hatin cihê bûyerê jî heqaret li wan kirine û diyar kir ku piştî polîsan li hinek avahiyan lêkolîn kirin û şûnde jî ji taxê derketin.

Wesayîta ku ji aliyê polîsan ve hate bi rêya wesayîta hilgirtinê birin Midûryeta Emniyetê ya navçeyê.