Encamnameya Şêwira Ewropayê hate eşkerekirin
Di Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê de, ku ji aliyê KNK'ê ve hate organîzekirin û 2 rojan dewam kir, ji bo yekîtiya neteweyî gelek biryar hatin girtin.
Di Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê de, ku ji aliyê KNK'ê ve hate organîzekirin û 2 rojan dewam kir, ji bo yekîtiya neteweyî gelek biryar hatin girtin.
Encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Ewropayê, ku ji aliyê KNK'ê ve li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate organîzekirin û du rojan dewam kir, hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoya ku KNK'ê ji bo yekîtiya neteweyî daye destpêkirin û hat gotin, "Em vê şêwra xwe di pêvajoyeke girîng de li dar dixin. Li Rojhilata Navîn gelek xeteriyên cidî li pêşiya gelê me ne. Rêya derketina ji nava vê xeteriyê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Têkoşîna Kurdan ketiye serdemeke nû. Dewletê mêtinger ji her alî ve dor li gelê me girtine. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê eniya dij bi Kurd ava kirine û bi her awayî ve êrîş dikin."
Di encamnameyê de hat ragihandin, azadiya Kurdistanê nêz e û hat gotin, "Pêwîste her kes baş bi vê zanibe. Têkoşîna heyî, têkoşîna man û nemanê ye. Serketin gelekî nêz e. Lewma ti rêyeke din nemaye. Pêwîste her kes berê xwe bide serketinê û têbikoşe. Niyeta Tirkiye û Îranê nîne ku bi Kurdan re bikevin nava diyalogê. Tenê armanceke wan heye, ew jî tinekirina Kurdan e. Naxwazin Kurd bibin xwedî maf. Bi awayekî vekirî û zelal, em dixwazin dawî li tifaqên qirêj ên dij bi Kurd were anîn."
'DIVÊ ZEXT BIQEDIN, OCALAN BÊ BERDAN'
Çend ji biryarên di şêwrê de hatin girtin, ev in:
"Hêzên mêtinger, bi polîtîkayên xwe yên dij bi Kurd dest bi êrîşê kirine. Rêxistinên Kurd jî pêwîste li dijî van êrîşan li hev bicivin û ji bo parastina Kurdistanê, yekîtiyeke xurt û bi îrade ava bikin.
Li dijî êrîş û dorpêçiyê, girîng e rêveberiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de diyalogekê çêbikin û van êrîş û dorpêçiyê bişikînin.
Biryara gelê Başûrê Kurdistanê ya di referandûmê de girtiye, mafdar û rewa ye. Êrîşên Bexdayê bi ti awayî nayên qebûlkirin. Divê Bexda hurmetê nîşanî biryara gel bide û rêya diyalogê hilbijêre.
Girîng e hêzên navneteweyî, helwestê nîşanî êrîşên Tirkiye û Îranê bidin û bi awayekî vekirî piştgiriyê bidin biryara gelê Kurdistanê.
Em êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Rojava şermezar dikin û destekê didin destketiyên li Rojavayê Kurdistanê.
Divê dewleta Tirk, lîderê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde û şaredariyên Kurdan radestî Kurdan bike.
Pêwîste dewleta Îranê dawî li zext û zilma li Kurdan dike bîne û darvekirinan tavilê rawestîne. Girtiyên siyasî berde.
Em piştgiriyê didin berxwedana li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Li Ewropayê girseyeke cidî ya Kurdan dijî. Pêwîste welatên Yekîtiya Ewropayê, Kurdan weke gelekî qebûl bikin.
Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê dixebitin, girîng e karên xwe hêz zû û xurt bimeşînin, bi saziyên Ewropayê re diyalogê deynin û giraniyê bidin ser karê dîplomasiyê.
Medya Kurd û Kurdistanê, divê weşana yekîtiya neteweyî esas bigire û di vê çarçoveyê de weşanê bike.
Bi navê şêwra Kurd, em bang li hemû saziyên Kurdan dikin ku demokrasiyê li nava xwe bi cih bikin.
Ji bo rêxistinên Kurdan ji lîsteya terorê were derxistin, divê têkoşîneke xurt bê dayin.
Şêwra Kurd a li derveyî welat, destekê dide têkoşîna jinên Kurd. Komkujiyên jinan, bi taybetî kuştina jinên Kurd li Ewropayê mehkûm dike.
Li dijî kuştina kolberên Kurd ên bi destê dewleta Îranê ve tên kuştin radibe û dewleta Îranê şermezar dike.
Bi navê şêwra Kurd a li derveyî welat, ji ber wefata Mam Celal em xemgînin. Em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku xeyalê wî bû, ji xwe re esas bigirin."