Encamên civîna Dûkan hate eşkerekirin

Civîna di navbera PDK’ê û YNK’ê de ku  ji bo gotûbêjkirina krîza bi rêveberiya hikumeta navendî ya Iraqê re ku bi referandûmê re dest pê kiribû, bi dawî bû û encamên civînê hate eşkerekirin.

Piştî krîza di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ku bi referandûmê dest pê kiribû, civîna ku bi tevlîbûna  Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) pêk hatibû, bi dawî bû.

Endamên Polîtburoya YNK’ê  Hêro Ibrahîm Ehmed û Mela Bextiyar, Qadir Hemecan, kurê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî Pawel Talabanî tevlî civînê bûbûn.

Ji  PDK’ê  jî Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê Fûad Hisên û gelek rayedarên payebilind tevlî civînê bûn.

Piştî civînê encamname bi 5 xalan hate eşkerekirin û ew xal wiha ne;

* Hêzên me yên siyasî û gelê me wekheviya xwe nîşan daye  ku di vê qonaxê de wê bi erkên xwe yên hevbeş rabin.

* Di civînê de hate diyarkirin ku li ser çareserkirina tevahî pirsgirêkan bi rêya diyaloga bê merc di navbera Hewlêr û Bexda de bi israr in.

* Hêzên Kurdistanî niha jî ji bo guftûgoya bê merc amade ne, ku li ser bingehê berjewendiyên hevbeş ên Bexda û Hewlêr li gor pîvanên destûrî bên kirin.

* Di civînê de hate diyarkirin ku aliyên siyasî yên Kurdistanê û Iraqê tevlî danûstandinên Bexda û Hewlêrê bibin, wê baş be. Her wiha aliyên navnetewî jî prosesê bişopînin.

* Li ser pirsgirêka leşkerî û ewlehiyê, li navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê yan her cihek din hemû cureyên tevger hêz an jî destwerdana leşkerî gef e û alozî ye. Rasterast binpêkirina yasa, biryar û pîvan e ku hêzên çekdarî yên Iraqê ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî bên bikaranîn.

‘WÊ ENCAMÊN REFERANDÛMÊ NEYÊN BETALKIRIN’

Civîna YNK û PDK’ê ya li bajarokê Dûkan ê girêdayî Silêmaniyê bi dawî bû. Piştî civînê Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û Cigirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de yekem ku Mele Bextiyar axivî, got; “Di civînê de me qala aloziyên Kerkûkê kir. Her wiha me nêrînên xwe di 5 xalan de diyar kirin. Em bi ti şêwey deriyê guftûgoyê nagirin. Em ji bo guftûgoya bê merc a li gel Bexda re amade ne. Di bin zextan de em ê di tu waran de bi paş ve gavan neavêjin.”

Piştre jî Nêçîrvan Barzanî ku axivî, got; “Em hêvî dikin ku pirsgirêk bi guftûgoyê bên çareserkirin. Hêvî dikim hikûmeta Iraqê bi şer pirsgirêkan çareser neke. Ger ev hikumet bi sed qad a din jî bi hêz be, qasî hikûmeta pêşiya xwe bihêz nabe. Em hatin Enfalkirin, kîmyabarankirin, belê ev gel her ma.”

Li ser girtina sînoran ji aliyê Îranê ve jî Nêçîrvan Barzanî wiha got; “Dewleta Îranê xwedî ezmûnek nexweş a ambargoya aborî heye. Hêvî dikim bi ambargoya aborî zextê li ser Herêma Kurdistanê çêneke. Ji ber ku zext ti tiştekî çareser nake. Encama referandûmê jî wê neyê betalkirin.”