ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stûttgartê ji bo Ocalan çalakiya kon a domdar
Li Stûttgart a Elmanya ji bo tendiristî û ewlehiya Ocalan çalakiya kon a domdar hate destpêkirin. -
KONGRA-GEL: Em li gelê xwe yê ku li Rêbertiya xwe xwedî derdikeve pîroz dikin
Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL gelê Kurd ê ku ji bo li Rêberê Gelê Kurd xwedî derbikevin derketin qadan slav kir. -
HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan daxuyanî dan
HDK, HDK, DBP û KCD'ê bal kişandin ser fikarên cidî yên li ser tenduristiya Ocalan û destnîşan kirin, ku divê malbat, parêzer an jî heyeteke wan a siyasî tavilê biçe Girava Îmraliyê. -
Baydemîr: Di siyasetê de HDP û yên din hene
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di civîna komê de berdevkiya partiyê dîsa li Ayhan Bîlgen vegerand. -
Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Platînovka ya Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Kurd li her devera Ewropayê ji bo Ocalan li ser piyan e
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferber bûne. Çalakiyên Kurdistaniyan li gelemperiya Ewropayê belav bûne. -
Saziyên Êzidî: PDK dixwaze plana 3'ê Tebaxê temam bike
Rêveberên Êzidî ji ber ku PDK’ê Şengal teslîmî Heşdî Şabî kirine nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan û gotin, ev wekî îxaneta sala 2014’an e. -
Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Kerkûkê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bang li hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê bila ‘gavên bi koordîne’ biavêjin. -
Trûmp: Di navbera Kurd û Iraqê de em aliyekî nagirin!
Serokê DYA Donald Trûmp, der barê aloziya navbera Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê û êrîşa li dijî Kerkûkê got, ew aliyekî nagirin. -
'Armanca sereke ya dewleta Tirk dorpêçkirina Efrînê ye'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, armanca sereke ya dewleta Tirk a ji dagirkirina Îdlibê, dorgirtina Efrînê ye û got, "Efrîn wê li ber xwe bide, Efrîn bi tenê nîne." -
'Ocalan, berxwedana gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk e'
Kurdên ku ji bo şermezarkirina şert û mercên jiyanê yên Ocalan lê tê girtin li Kolnê daketin qadan, dan xuyakirin, ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin. -
'Heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li qadan bin'
Kurdên li Elmanyayê dijîn, ji bo şermezarkirina şert û mercên dîlgirtina Ocalan şermezar bikin, çalakiyên xwe didomînin. hevseroka Eyaleta Nordrheîn Westfalenê ya NAV-DEM'ê Yildiz Fîlîmcî got, "Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin." -
Kurdan Ewropa kirin qada çalakiyê
Kurdistaniyên li Ewropayê, ku ji ber nûçeyên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn ser piyan, li dehan bajarên Ewropayê çalakî li dar xistin. -
Rojeva Rojê
16'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Danîmarka Kurd ji bo Ocalan li ser lingan in
Kurdistaniyên li Danîmarka dijîn, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Kopenhag çalakiyek lidar xistin. -
Li Elmanya û Swîsre çalakiyên ji bo Ocalan
Çalakiyên ji bo ku tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berbelavî didomin. -
Li Karlsruhe polîsên Elman êrîş birin ser çalakgeran
Diyar bû ku li Karlsrûhe ya Elmanyayê polîsên Elman êrîş bi ser Kurdistaniyan de birin, bi zorê çalakî belav kirin û dest li ser gelek ala û postêran danîn. -
Li Stockholmê û Brîghtonê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî
Li paytext Stockholm a Swêdê û bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. -
Endamên tevgerên Jin û Ciwanan bi CPT re civiya
Jin û Ciwanên li Strasboûrgê çalakî pêktînin, heyeta ku ji 4 kesan bi Sekreteriya Komîteya CPT re hevdîtin kir. Berpirsên CPT diyar kirin ku bi berpirsên Tirk re her tim di nava diyalogê de ne û ti daxuyaniyekê nadin. -
Li Viyana û Helsînkî ji bo Ocalan çalakî
Ciwanên Kurd li paytexta Avûstûrya Viyanayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin. Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî li pêşiya parlamentoyê çalakiyek hate lidarxistin. -
Rewşa Awarte hate dirêjkirin, seferên hewayî ji bo Başûrê Kurdistanê hate girtin
Dewleta Tirk biryar da ku Rewşa Awarte 3 meh din were dirêjkirin û qada hewayî ya Tirk ji bo Başûrê Kurdistanê hate girtin. -
DGH: Divê em xelekek ji agir li dorî Ocalan çêbikin!
Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngava çalakiyên bê dem kirine. -
Elmanya, Îskoçya û Îngîltere ji bo Ocalan li kolanan e
Kurdistaniyên li Elmanya, Îskoçya û Îngîltereyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
‘Em heta ku ji Serok Apo agahiyan wergirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin'
KCDK-E, TJK-E, Ciwanên Azad bang kir ku divê bi giyanê seferberiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî were derketin. -
Li Ewropayê rojên çalakiyên ji bo Ocalan bê kirin hatin eşkerekir
Kurdistanî, li Ewropa û erdnîgariyên cuda yên cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Roj, saet, û cihên çalakiyan hatin eşkerekirin.