Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd dîsa bûn hevserokên KNK’ê

Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn bi dawî bû. Nîlufer Koç û Rêbwar Reşîd dîsa bûn hevserokên nû.

Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn a ku du roj in li Hollandayê didome, bi dawî bû. Di beşa îro ya kongreyê de kêşeyên navxweyî hatin nîqaşkirin û pêşniyazên çareseriyê hatin pêşkêşkirin û bal hate kişandin ku divê KNK xebatên yekîtiya neteweyî bilezîne. Hat diyarkirin ku bila Kongreya Neteweyî roj berî rojekê were civandin.

Piştî axaftinan kongre bi hilbijartinê dom kir. 126 delegeyan deng dan û hevserokên berê Nîlufer Koç û Rêbiwar Reşîd dîsa bûn hevserok. Ji bo dema nû 8 jê jin, 15 kes ji bo Konseya Serokatiyê ya KNK’ê hatin hilbijartin.

Di Konseya Serokatiyê ya KNK’ê de Abdulkerîm Omer, Abdûllah Melanûrî, Adem Ûzûn, Avesta Aydin, Behzad Pîrmûsa, Çîçek Yildiz, Dilşa Osman, Nalya Îbrahîm, Nûman Ûgûr, Pelîn Yilmaz, Refîq Gafûr, Sahla Hafîd, Tahir Kemalîzade, Zeynep Mûradî û Zubeyîr Aydar cih digirin.

‘STÊRKA ŞOREŞA 17’Ê COTMEHÊ LI KURDISTANÊ BILIND DIBE’

Piştî daxuyandina encamên hilbijartinê hevserokên KNK’ê Nîlufer Koç û Rêbiwar Reşîd axivîn. Koç got ku, “2 roj şûnde salvegera Şoreşa Cotmehê ye û stêrka mirovayetiyê ya vê şoreşê îro li Rojava dibiriqe. Ev stêrk bi dostaniya Kurd, Ereb, Asûr, Tirk, Faris, Suryan û Tirkmenan bilind dibe.”

‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ OCALAN Û KURDAN DIKE’

Hevserok Rêbiwar Reşîd jî got, “Em ê di xizmeta gel û şehîdên xwe de bin. Dijmin niha êrîşî girtiyên di girtîgehan de dike. Dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike. Êrîşa li dijî Ocalan jî parçeyekî vê êrîşê ye. Em vî tiştî şermezar dikin.”

Kongre bi xwendina sirûda Ey Reqîbê re bi dawî bû.