Li Girtîgeha Ceyhanê Kurdî hate qedexekirin!
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Ceyhanê, greva birçîbûnê ya dorveger a li dijî zext û zordariyê dest pê kir, dewam dike.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Ceyhanê, greva birçîbûnê ya dorveger a li dijî zext û zordariyê dest pê kir, dewam dike.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Ceyhanê, ku li navçeya Ceyhan a Edeneyê ye, li dijî zexta lixwekirina kincê ji yek tîpî, li hemberî nedana pirtûkan, lêgerîna kêfî û serdegirtinan, ji 5'ê Cotmehê û vir ve bi rengekî dorveger a 5 rojan carekê, greva birçîbûnê tê kirin.
Girtî dibêjin, eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin, wê çalakiya greva birçîbûnê veguherînin bê dem û bê dorveger.
Yek ji xizmên girtiyên li Girtîgeha Ceyhanê Tahîr Ozdemîr li ser rewşa li girtîgehê agahî da û anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêde dibe.
Ozdemîr diyar kir, ku gardiyanan axaftina bi Kurdî li girtîgehê qedexe kirine û got, "Gardiyan qedexe dikin ku girtî li qewîşan bi Kurdî biaxivin. Bi ti awayî destûr ji axaftina Kurdî re nayê dayin. Gardiyan ji axaftina bi Kurdî re dibêjin 'propaganda rêxistinê'. Nameyên bi Kurdî tên nivîsandin ne tên şandin ne jî radestî girtiyan tên kirin. Her wiha ji ber nameyên bi Kurdî lêpirsîn li girtiyan tê vekirin. Pirtûk û kovar nayên dayin. Wekî din lixwekirina kincê ji yek tîpî li ser girtiyan tê ferzkirin. Dema hevdîtinê jî hatiye kinkirin."
Ozdemîr xwest, dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn û got, "Hikumeta AKP'ê, tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav dike. Bila AKP dest ji vê rewşa ne hiqûqî berde. Em weke malbatên girtiyan li dû girtiyan e."