Tepe: Wê jin yekîtiyê pêk bîne

Siyasetmedar Gunul Tepe ya di kongreya KNK’ê de li ser navê KJK’ê axivî, diyar kir ku jinên Kurd ji eniyên şer bigire heta gelek qadên dîplomasiyê têkoşînê dike û got: “Yekîtiya Netewî jî em ê jinên Kurd pêk bînin.”

Roja yekemîn a Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya li Hollandayê dewam dikir bi dawî bû. Kongreya piştî hilbijartina dîwan û axaftina destpêkê û derbasî merasîma sondxwarinê bû, ji aliyê hevserokê kongreyê Rêbûwar Reşîd ve rapora xebatan a salekê hate xwendin, pêşkêşî delegeyan hate kirin. Di rapora KNK’ê ya salekê de xebatên salekê bi detayên berfireh hate destgirtin û ev tişt hate gotin: “KNK’ê di dema derbas bûyî de, bi pirsgirêkên têkoşîna Kurd re mijûl bûne, bi awayekî cidî liser xebatên dîplomasî rawestiyane. Dîsa bi taybet di nava xebatên îsal de li ser yekîtiya netewî xebatên cidî hatiye kirin. Li Silêmaniyê komxebat hate kirin. Di çarçoveya vê komxebatê de li komxebatên Rojava û Rojhilat hatin kirin. Dîsa di vê demê de KNK bi heyetên pêk anîn çûn serdana partî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê, projeyên yekîtiya netewî pêşkêş kirin. Li Rojava, Başûr û Ewropayê konferansên cuda hatin lidarxistin. Jeponya, Îskandinav ya di nav de gelek welatên cîhanê hatin ziyaretkirin.

 ‘XEBATÊN ME YÊN YEKÎTIYA NETEWÎ DEWAM DIKIN’

Piştre di kongreyê de li ser navê Komelya Jinên Kurdisan (KJK) Gunul Tepe axivî û destnîşan kir ku şer ne qedera Kurdane û got: “Divê qedera Kurdan ne ev be, lê ev bi salane wiha dewam dike. Divê di sedsala 21’an de ev bê guhertin. Ji gelek aliyan ve êrîş li ser Kurdan heye, di bin dorpêçê de ye. Ev jî enceq bi yekîtiyê têk diçe. Weke jinên Kurd ji mêj ve ye ji bo yekîtiya netewî kar dikin; ji beriya niha di vê çarçoveyê de kongre û konferans hatin lidarxistin. Em ne alîgirên şer in, em aştî û aramiyê dixwazin. Lê hişmendiya serwer a mêr şer li me ferz dike. Li dijî vê em ê xwe biparêzin.”

‘TU KES BILA ME NE CERIBÎNE’

Tepe, bal kişand ser referandûma li Başûrê Kurdisatanê û got: “Bê ku hesabên deneya herêmê û navneteweyî bê destgirtin encamên referandûma ku di çarçoveyek teng de hate kirin, em neçarin xaka xwe biparêzin. Bi van encaman re, êrîşên hêzên dagirker li ser xaka me zêdetir bûne. Ji xwe ev 40 sal in em têkoşîna vê didin. Îro di her şert û mercî de em ê gelê xwe û xaka xwe diparêzin û biparêzin. Bila tu kes li ser berjewendiyên xwe bi biryarên girtî me neceribîin. Yên ku nekarin sînorên di navbera Hewlêr û Silmaniyê de rakin, çawa daxwaza serxwebûna Kurdan dike? Li gorî vê dvê her kes vê bifikire.”

 ‘DÎROK JI JINAN TÊKOŞÎN FERZ DIKE’

Nûnera KJK’ê Gunul Tepe diyar kir ku êrîşên li ser jinê çavkaniya xwe ji parçebûnê digire û wiha pêde çû: “Eger em yekbûna, me dikarî li dijî sîstem û dewletan derbiketiban. Me dikarî bi her awayî destkeftiyên Kurdan biparasta. Lê em ne yek in, bê hêz in. Ji bo wê weke tevgera jin, bi vîna xwe ya taybet yekîtiya xwe biparêzin û pêk bîkbînin. Divê destpêkê em li dijî hişmendiya serwer a mêr têkoşînê bikin. Yê pêşiya azadî û demokrasiya me digire ev hişmendiye. Dîrok ji jinan têkoşînê ferzdike. Îro ji eniya şer bigirin heta gelek qadên diplomasiyê jin têkoşînê dike. Serkeftinan bi dest dixe. Divê em jin yekîtiya Kurdan pêk bînin.”