Li Brukselê bîranîna şehîdan

Li paytexta Belçîka Brukselê, şehîdên Rojavayê Kurdistanê Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan, şehîdên komkujiya Enqereyê û lîderê YNK'ê Celal Talabanî hatin bîranîn.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşên Kurdistan û cîhanê dest pê kir. Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ûgraş piştre axivî û destnîşan kir, ku şehîd timî pêşengê wan e.

Nûnerê YNK'ê yê li Brukselê Abbas Zangan Germiyan jî xemgîniya xwe ya ji ber wefata Talabanî anî ziman û destnîşan kir, ku ew nemir e.

Nûnerê PYD'ê Koçer Hesekê jî Rustem Cûdî û Arîn Mîrkan bi bîr anî û ji her kesî xwest, ku xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.

Hevberdevka HDK'ê Sakîne Demîr jî li civîna bîranînê axivî û şehîdên komkujiya Enqereyê bi bîr anî.

Civîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.