Nûçegihanê ANHA'yê Hogir Mihemed şehîd bû
Yek ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hogir Mihemed ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi ser sivîlan de bi giranî birîndar bûbû şehîd bû. Êrîş 12’ê Cotmehê bi wesayiteke bombebarkirî pêk hatibû.

Çeteyên DAIŞ'ê 12'ê Cotmehê li gundê Ebû Fasê bi ser sivîlan de ku dixwestin derbasî qadên ewle yên di bin kontrola QSD'ê bibin, bi wesayiteke bombebarkirî komkujiyek pêk anîbûn. Di dema êrîşê de nûçegihanê ANHA'yê Hogir Mihemed yê ku derbasbûna gel dişopand bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneya ku rakiribûnê îro şehîd bû.
Di êrîşa çeteyan de nûçegihana ANHA'yê Dilîşan Îbîş şehîd bûbû. Nûçegihan Hogir Mihemed û Rizgar Deniz bi giranî birîndar bûbûn. Nûçegihanê ANHA'yê Hogir Mihemed ku bi giranî birîndar bû û li Hesekê tedawî dibû, li gel hemû mudaheleyan jî şehîd bû.
Nûçegihanê ANHA'yê Hogir Mihemed beriya bi demekê bi karê nûçegihaniyê tevlî nav xebatan bûbû û operasyona rizgarkirinê ya Bagera Cizîrê ya bi pêşengiya hêzên QSD’ê dişopand.