Dayikên Şemiyê di hefteya 655’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên di 19'ê Cotmeha 1995’an de hatin revandin û windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku wan winda ji bîr nekirine û wê ji bîr nekin.
‘XWEDIYÊ NÛ YA DEWLETA KUR’
Dayikên Şemiyê di hefteya 655’an de bi dirûşmeya “Faîl diyar in, winda li ku ne" li Qada Galatasarayê kom bûn, çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekir û wêneyên ku qurnefil û şarikên sipî yên senbola aştiyê li ser e vekirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan, Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên din amade bûn. Dayikan vê hefteyê çîroka Fehmî Tosûn ê 35 salî û Huseyîn Aydemîr ê 34 salî yên di 19'ê Cotmeha 1995’an de hatin revandin û windakirin vegotin. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, bal kişand ser doza Şemzînan û Licê û wiha got: "Ev îktîdar xwediyê dewleta kûr yê nû ye. Em ê komkujiyên li Roboskî û qadên din her dem zindî di hişan de bihêlin.
‘HETA KU KUJER HESAB BIDIN....’
Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku 22 sal in li Qada Galatasarayê aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Hişmendiya Fehmi Tosûn û kesên din winda kirin, îro hebûna xwe eşkere diparêze. 22 sal in em li gel Hanim Tosûn li vê qadê li windayan dipirsin. Me aqûbeta Fehmî, Hasan Ocak pirsî, lê me encam negirt. Fehmî bi Torosa spî hat revandin û qetilkirin. Niha SÎHA ketin meriyetê. Niha li Kurdistanê SÎHA mirovan qetil dikin. Hişmendî nehat guhertin. Berê Torosan îro SÎHA mirovan qetil dike. Em ê her dem hesab bipirsin û heta em encam bistînin emê têbikoşin."
‘HER DU DESTÊ MIN LI SER PATIKA WEYE; EZ DEV JÊ BERNADIM’
Hevsera Fehmî Tosûn ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de hat revandin û windakirin, Hanim Tosûn jî anî ziman ku 22 salin çîroka hevserê xwe dibêje û wiha got: “Huseyin Aydemîr û Fehmi Tosûn ne mirovên ji rêzê bûn. Siyaset heq e, lê mafê wan ê înfaza bê daraz tune ye. Em li pişt mafê hemû kesen hatin windakirin in. Heta ku kujer derkevin pêş darazê û bên cezakirin em ê têkoşîna xwe û lêgerîna xwe berdewam bikin. Heta em kujerên derxînin holê, em we ji bîr nakin em ê we nedin ji bîr kirin."
JI KEÇA WÎ NAME
Piştre nameya keça Huseyin Aydemîr Dîlan Aydemîr a ji Amedê şandiye hat xwendin. Aydemîr, wiha got: "Em li Amedê û zarokên mamê min Fehmî wê li Stenbolê wêneyên bavên xwe bilind bikin. Em bi hev re wî ji bîr nakin." Kurê Abdullah Canan Tayip Canan jî xwest dewlet arşiv û qeydan veke û kujeran darizîne.
ÇÎROKA TOSÛN Û AYDEMÎR
Li ser navê dayikan Dayika Şemiyê Sebla Arcan daxuyanî da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di qada navneteweyî de winda qebûl kirin. Gotin ji bo em dosyaya Fehmi Tosûn û Huseyin Aydemîr ji nû ve vekin em hatin cem hev. Tosûn û Aydemîr ji Lîceya Amedê bûn. Bavê zarokan bûn. Ji ber zextan neçar man Licê terk bikin û bên Stenbolê. Tosûn û Aydemîr di 19'ê Cotmeha 1995’an de di saetên êvarî de ji aliyê polisên sivîl û bi çek ve bi torosa spî ya plaka 34 UD 597 hatin binçavkirin. Dema polîsan bi Torosê ew li ber malê binçav kirin, kir qêrîn û ji zarok û hevserên xwe re got ‘Ez hatim binçavkirin. Wê min bikujin' Cîran jî bûn şahidê bûyerê. Piştî Tosûn hat binçavkirin hevsera wî çû qereqolê û bûyer vegot. Plakeya maşînê da qereqolê. Malbata Tosûn û Aydemîr serî li hemû rêyên zagonî û hiqûqî dan û serî li hemû saziyên dewletê dan. Lê hemû saziyên dewletê ev yek înkar kir. Malbata Tosûn doz birin DMME'ê. Doz li DMME'ê bi encam bû. Hikûmetê parastin da DMME'ê û got "Em xemgîn in. Piştî vê yekê der barê Tosûn û Aydemîr de lêpirsînek çalak nehat kirin.
HIKÛMETA AKP'Ê BERPIRSIYAR E
Arcan, herî dawî anî ziman ku ji ne ronîkirina Tosûn û Aydemîr AKP berpirsiyar e û wiha bi dawî kir: "Midûrê Polîsan ê berê Necdet Menzîr, Waliyê Stenbolê yê berê Hayri Kozakçioglû, Midurê TEM'ê yê Stenbolê yê berê Reşat Altay, Cîgirê Midûrê Şaxa TEM'ê yê Stenbolê Kadir Akbiyik, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Nahît Menteşe, Serokwezîra berê Tansu Çîller û Serokomarê berê Suleyman Demîrel berpirsiyar in AKP ku di qada navneteweyî ya cîhanê de windakirina Fehmi Tosûn qebûl dike û lê îro berpirsiyariya xwe pêk nine AKP berpirsiyarê vê yekê ye."