Artêşa Tirk ji bo Îdlibê çeteyan li ser sînor dide rawestandin

Gundê Ogulpinarê yê bi ser navçeya Reyhanliyê ve, ji hêla artêşa Tirk ve bûye biryargeh. Artêşa Tirk a ku ji bo operasyona Îdlibê vê dike hem li ser sînor û hem jî li ser rêya Antakya-Reyhanlî gelek cihên kontrolê danî.

Tê diyarkirin ku hin kesên bi ser El Nusra ve û komên dî yên çekdar ve li ser sînorê Hatayê têne rawestandin û bi ferman artêşa Tirk wê derbasî Sûriyê werin kirin.

Artêşa Tirk piştî gotina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ‘em destûrê nadin Kobanêya duyemîn’ 12’ê Cotmehê kete Idlibê. Li Reyhanlî ku navenda operasyona Idlibê ye bûye cihê polîs, leşker û îstîxbariyan.

CIHÊN SEHKIRINÊ Û BIRYARGEH

Dema ku mirov ji Antakyayê diçe Reyhanliyê serê 10 kîlometreyî cihekî kontrolê hatiye danîn. Di van cihên kontrolê de wesayitên zirxî hatine danîn û JOH û POH hemû wesayitên ku derbas dibin û gel seh dikin. Nasnameyan didin GBT’ê (Kontrola Agahiya Giştî ). Li navenda naveçyê ablûkayeke berbiçav heye. Li Deriyê Sînor ê Cîlvegozê çûnûhatin bi rewşeke asayî didome.

Bi ser sînorên Hatayê de sewkiyateke zêde ya leşkerî heye, gundê Ogulpinarê yê ku li navçeya Reyhanlî ye û li ser sînor e bûye biryargeha navendî ya operasyona Idlibê. Leşkerên Tirk ji Qereqola Hidûd a Ogulpinarê ya li gundê Ogulpinarê derdikevin û diçine Idlibê. Bi biryara Walitiya Hatayê nahêlin ku nûçegihan nêzî ser sînor û derdora qereqolê bibin. Her wiha hem li pêşberî Idlibê û hem jî li pêşberî Efrînê Pergala Roketatarê ya Pirlûle a T-122 hatine danîn. Leşkerên ku diçene Idlibê pêşî li nêzî Efrînê bi cih dibin. Di sewkiyatê de ku ji bakurê Idlibê wê heta bi Başûr bigihe tê payin ku ji 10 cihan zêdetir bi cih bibin.

ÇETE LI SER SÎNOR TÊN RAWESTANDIN

Leşkerên Tirk bi Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) a bi ser Nusra ve û bi komên dî re tevdigerin û li bakurê Idlibê bi cih bûne. Her wiha hate gotin kesên bi ser El Nusra ve û bi ser komên dî yên çekdar ve li ser sînorê Hatayê têne rawestandin û bi fermanda artêşa Tirk derbasî Sûriyê werin kirin.

 ‘ARMANC DIKIN KU ÊRÎŞÊ BI SER EFRÎNÊ DE BÎNIN’

Yekî ji Sûriyê got Tirkiye ev nêzî salekê ye hin kom li Idlibê bi cih kirine û got, ‘’Jixwe qada Tirkiyê bû. Destek da El Nusra û ew parastin. Niha li dijî Kurdan dixwazin biçin Idlibê û Efrînê dorpêç bikin. Wiha jî dixwazin xeta Behraspî kontrol bikin. Di nêz de komên ku Tirk destekê didine wan bi çekên giran dibe ku êrîşê bi ser Efrînê de bibin.’’