Di şerê Xûrmatû de 3 jê pêşmerge 4 kes birîndar bûn
Di êrîşa hêzên Heşdî Şabî yên bi ser Xûrmatû de 3 pêşmerge û sivîlek birîndar bû. Rêxistina taxê ya YNK’ê ya li Hey Ekserî û rêya Taze-Dakukê kete destê Heşdî Şabî.
Di êrîşa hêzên Heşdî Şabî yên bi ser Xûrmatû de 3 pêşmerge û sivîlek birîndar bû. Rêxistina taxê ya YNK’ê ya li Hey Ekserî û rêya Taze-Dakukê kete destê Heşdî Şabî.
Hêzên Heşdî Şabî duh êrîş bi ser Hey Cemîle, avahiya Navendî ya Navçeya YNK’ê ya li ser rêya Bexdayê kirin û her wiha êrîş bi ser rêxistinên li taxa Hey Ekseriyê yên YNK’ê kirin, di êrîşan de 3 pêşmerge û sivîlek birîndar bû. Navenda rêxistina taxa Hey Ekseriya ya YNK’ê ji hêla komên Heşdî Şabî yên Tirkmen ve hatin dagirkirin.
Li navçeyê niha bêdengî heye lê rageşî didome.
RÊYA DAQÛQ-TAZE HATE DAGIRKIRIN
Her wiha şevê dî hêzên Heşdî Şabî rêya ji Kerkûkê diçe Tikrît-Bexdayê ya di navbera bajaroka Taze û Dakûkê de kontrol kirin, di navbera Dakuk-Tze de cihekî kontrolê danîn.