Li fûara pirtûkan a Frankfûrtê Îran hate protestokirin
Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ya 69’emîn di roja 4’emîn de didome. Li fûarê Îran hate protestokirin.
Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ya 69’emîn di roja 4’emîn de didome. Li fûarê Îran hate protestokirin.
Li fûara pirtûkan a herî mezin a cîhanê, Maseya Îranê hate protestokirin.
Koma ku îdamên dewleta Îranê prostesto kirin, têkildarî çalakiya xwe daxuyanî dan ANF’ê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Îranê mirovên bêsûc îdam dike û ev îdamkirin dermirovayetiyê ye.
Çalakvana jin a ku li ser navê komê daxuyanî da diyar kir ku, dewleta Îranê mirovan bi mehan li binçavan digire û wan diavêje hucreyan û girtî jî li hemberî van tiştan dikevin greva birçîbûnê û van pêkanînan protesto dikin. Çalakvana jin destnîşan kir ku kesên ketine greva birçîbûnê ji mûayeneya tibbî nayên derbaskirin û nahêlin ku girtî bi malbatên xwe re têkiliyê deynin û bal kişand ser çalakvan û siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan.
Çalakvana jin diyar kir ku tendirustiya Celaliyan ne baş e û çavên wê êdî nabînin û banga hevgirtinê kir.
Li ser daxwaza Maseya Îranê polîs hatin û ji çalakvanan xwestin ku bila çalakiya xwe bi dawî bikin.