Otobusa Azadiyê li Baselê bi govendê hate pêşwazîkirin

Otobusa azadiya Ocalan li Baselê bi govendê hate pêşwazîkirin, bi yek dengî dirûşmên ji ‘Ocalan re azadî’ hata qîrkirin.

Otobusa azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan û belavkirina ramanên Ocalan ku 9’ê Cotemhê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kete ser rê rûra xwe ya li Swîsreyê dewam dike

Tûra otobusa azadiyê ya ku piştî Stattgart, Salzbûrg, Lînz û Viyanayê piştî di saetên sibehê de bi awayeke heybet li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji aliyê dehan kesan ve hate pêşwazîkirin û şûnde li Baselê bi gel re hatin cem hev.

DIRÛŞMÊN JI OCALAN RE AZADÎ

Kurdistaniyên li Bafrusserplatz a Basel hatin ba hev, heta Parka Claraplatz a ku wê otobusê pêşwazî bikin meşiyan. Di mêşa li pişt pankarata bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû” dest bi meşê kirin dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin

BI GOVENDÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Kurdistaniyan piştî meşê otobusa ji Ocalan re azadî bi gerandina govendê ve pêşwazî kirin, çalavanên di otobusê de ji aliyê gel ve bi gulan hatin pêşwazîkirin

Piştî şanoyan zarokan a foklorê û şûnde Kurdisaniyan û çalakvanên ji Ocalan re azadî govend gerandin.

Piştre jî li qadê stand hate vedan û pirtûkên Ocalan hatin nîşandan, dest bi vegotina ramanên Ocalan hatin kirin. Di çalakiyê de Hevseroka KCDK-E Fatoş Guksûngûr axifî û bal kişand ser tecrîda li hember Ocalan.

‘HER KURDE NEÇARE RAMANÊ OCALAN LI WELATIYEKE EWROPAYÎ BIDE VEGOTIN’

Goksûngûr a got: “Êdî divê ji derveyî drûşman em ramanên Ocalan li cîhanê bidin vegotin.” Goksûngûr diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava êdî gelên cîhanê ji nêz ve felsefeya Ocalan dişopînin. Goksûngûr wiha pêde çû: “Êdî her Kurd, neçare ramanê Ocalan li welatiye Ewropayî bide vegotin. Em enceq bi berxwedana li Kurdistan û xebatên xwe yên li Ewropayê didin meşandin Rêbertiya xwe bikarin azad bikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû. Çalakvanên ji Ocalan re azadî di saet 18:30’an de bi armanca vegotina ramanên Ocalan a li Landaûrstrasse ya Baselê wê beşdarî panela ku bê lidarxistin bibin.