Li Kongreya KNK’ê peyama ‘Yekîtiya Neteweyî’
Kongreya 17’emîn a Asayî ya KNK’ê bi beşdariya bi sedan delegeyan li Hollandayê dest pê kir.
Kongreya 17’emîn a Asayî ya KNK’ê bi beşdariya bi sedan delegeyan li Hollandayê dest pê kir.
Kongreya KNK’ê ya Asayî ya 17’emîn dest pê kir. Di kongreyê de Hevseroka Nîlufer Koç axivî û banga yekîtiya neteweyî û xwedîlêderketiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
‘YEKÎTÎ KÊŞEYA 50 MILYON KESAN E’
Hevseroka KNK’Ê Nîlufer Koç diyar kir ku li Rojhilata Navîn krîzek heye û got, “Di vê krîzê de divê em bibin yek. Ev yekîtî ne kêşeya partiyên siyasî ye, kêşeya 50 milyonan e. KNK 18 sal in ji bo vê dixebite. Peymana Sykes-Pîcot û Lozan bi tenê partî ji hev qut nekir, 50 milyon gel ji hev qut kir. Bandora wê 100 sal in didome.
Em bang dikin ku divê her kes li hemberî vê peymana Sykes-Pîcot xwe ji ber çavan derbas bike. Ji ber ku divê em meseleya yekîtiya neteweyî ji zemîna siyasî derxînin. Ev kêşeya gelê 50 milyon e.”
‘JI BO DAYÎKA TAYBET DIVÊ KURD RABÛNA SER PÊYAN’
Koç bal kişand ser vî tiştî ku di qetlîamên Sûr û Cizîrê de Kurdan nerazîbûneke baş nîşan nedan û got, “7 rojan cenazeyê dayîka Taybet li erdê ma. Deng ji kesî derneket. Divê Kurdistan rabûya ser pêyan. Ji ber vê jî yekîtî dozeke kûr e, meseleya welatparêziyê ye.”
‘DIVÊ PARTIYÊN BAŞÛR FÊM BIKIN’
Koç di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Erdogan û AKP îro êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Divê ev were dîtin. Divê her kes dijminê xwe nas bike. Me berê gelek caran got. Me di êrîşên Kobanê de got. Ji ber vê jî divê partiyên Başûrê Kurdistanê vî tiştî baş fêm bike.”
‘EM Ê XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN’
Koç bal kişand ser şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Me nekarî em Şêx Seîd, Seyîd Riza û Şêx Mehmûd Berzenî biparêzin. Ev kêmasiya me ya neteweyî bû. Lê piştî vê saetê em ê Abdullah Ocalan biparêzin. Divê her kes vî tiştî bizanibe. Rêya vî tiştî jî yekîtî ye. Em banga yekîtiyê li her kesî dikin.”