Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê endamên Ciwanên Azad û Înîsîyatîfa Kurdistanê li hev civiyan û li qada Schlossplatz (Kobanê) li dijî faşîzma Erdogan mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de çalakgeran stand vekirin û belavokên ku qala hevkariya Erdogan û Merkel dikin, belav kirin. Di çalakiyê de nivîs û wêneyên ku qala berxwedana şoreşa Rojava dike li ser dîwarekî mezin hate nîşandan. Di mîtîngê de pankartên ‘Têkoşîna li dijî faşîzma Komara Tirkiyeyê’, ‘Ji bo civakeke bêçîn, ji hemû girtiyên siyasî re azadî’ hate hildan û posterên li ser wê nivîsa ‘Ji sala 2006’an ve bi awayekî keyfî zêdetirî 40.000 akademisyen, siyasetmedar, xebatkarên çapemeniyê û civaka sivîl hatin girtin’ heye, hate hildan.
Di mîtîngê de bal hat kişandin li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava. Di axaftinan de her wiha bal hat kişandin li ser gelê Rojava ku bi Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk re komîn û meclîsên xwe ava kirine, her wiha hate gotin ku YPG û YPJ’ê DAIŞ’ê têk biriye. Li aliyê din di axaftinan de bal hat kişandin li ser politîkayên Elmanyayê jî.
ŞANOYA LI SER HEVKARIYA ERDOGAN Û MERKEL
Piştî mîtîngê çalakvanan şanoyek li ser hevkariya Merkel û Erdogan li dar xistin.
Di çarçoveya bernameyê de wê di 19’ê Cotmehê de li navenda Lîlo Herman a Stûttgartê panelek were lidarxistin û di 1’ê Mijdarê di Roja Kobanê de wê meş were lidarxistin.