Ji bo piştgiriya Rojava li Romayê konser hate lidarxistin

Ji bo alîkarî bi nexweşxaneya li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bê kirin, li Romayê konserek hate lidarxistin.

Li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê, wê nexweşxaneyek bê çêkirin. Ji bo alîkarî bi vê nexweşxaneyê were kirin, li paytexta Îtalya Romayê konsereke hate organîzekirin.

10 komên muzîkê yên Îtalyan tevlî konserê bûn û 2 hezar kesî lê temaşe kirin. Konser bi dirûşma "Ji bo Rojava tu jî bistirê" hate lidarxistin û heta nîvê şevê dewam kir.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz li vir axivî û şoreşgerên enternasyonal ên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin silav kir.

Hemû hatineya ji konserê hate bidestxistin, wê ji bo çêkirina Nexweşxaneya Til Temirê bê bikaranîn.