Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, Erdogan û CPT hişyar kirin

Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad têkildarî nûçeyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erdogan û CPT hişyar kirin.

Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û faşîzma Erdogan û CPT hişyar kirin.

Daxuyaniya koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad wisa ye:

“Tevgeriya Azadiyê ya Kurdistanê ji serdemeke krîtîk derbas dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de li welatê me şer bi dijwarî didome. Têkoşîna ku tê kirin ji bindest û gelan re dibe hêvî.

Di demên dawîn de li gorî nûçeyên ku tên belavkirin, di warê tendirustî û ewlekariya Rêbertiya me de daxuyaniyêk dijber pêşkêşî raya giştî tê kirin. Divê AKP û CPT vî tiştî zelal bikin. Yan na ji tiştên ku wê biqewimin, em ê ne berpirsyar bin. Divê AKP, hêzên hegemonîk û CPT salên 1999’î bi bîr bînin û li gorî wê tevbigerin.

Ji bo zelalkirina rewşa tendirustî û ewlekariya Rêbertiya me divê ciwanên Kurd û Kurdistanê dakevin qadan. Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, tecrîda li ser ciwanan Kurd û Kurdistanê ye.

Di serî de CPT divê hemû sazî, dezgeh û dewlet di warê tendirustî û ewlekariya Rêber Apo de divê peywira xwe bi cih bînin.

Di rewşeke neyînî de faşîzma AKP-MHP’ê wê sûcdar be. Jixwe a niha jî tecrîda giran didome û CPT li hemberî vê rewşê dengê xwe nake.

Ji ber vê jî divê hemû jin û ciwan dakevin qadan û ji bo azadî û îradeya xwe têbikoşin.”