Suryaniyan dewleta Tirk şermezar kirin
Suryaniyên li Swîsreyê dijîn, ji ber ku mîrateya wan a çandî ya hezaran salî desteser kiriye, dewleta Tirk şermezar kirin.
Suryaniyên li Swîsreyê dijîn, ji ber ku mîrateya wan a çandî ya hezaran salî desteser kiriye, dewleta Tirk şermezar kirin.
Bi banga Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU), bi dehan kes li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê li hev civiyan û desteserkirina dêr, keşîşxane, goristan û mal û milkên din ên Suryaniyan bi destê dewleta Tirk ve, şermezar kirin.
Di çalakiya protestoyî de nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Ciwanên Suryanî yên li Ewropayê, NCDK, HDK-Swîsre û Dêrê, axivîn.
Di çalakiyê de li dijî AKP/Erdogan dirûşm hatin qîrîn û ji dewleta Tirk hat xwestin, ku tavilê vê nêzîkatiya xwe ya ne hiqûqî biterikîne. Qisekeran diyar kirin, ku wê vê talanê qebûl nekin û gotin, "Bi destê dewletê, tê xwestin ku mîrate û çanda hezaran salî bê tinekirin."
Bi navê Yekîtiya Suryaniyan axaftin hate kirin û hat gotin, ku wê şopdarê vê mijarê bin. Qiseker destnîşan kir, ku ji bo vê hewldana talanê ya dewleta Tirk bixe rojeva raya giştî ya Ewropayê, wê têbikoşin.